1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Qumandarê DYE-yî: Em ê ji Încîrlîkê dernekevin
Qumandarê DYE-yî: Em ê ji Încîrlîkê dernekevin

Qumandarê DYE-yî: Em ê ji Încîrlîkê dernekevin

A+A-

 

 

David S. Eaglin-ê serbazê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê Încîrlîkê got hîç pîlaneke wan î derketina ji Încîrlîkê tune ye. Eaglin-î got “hebûna me ya li vê derê nîşana bi Tirkîyeyê re karkirina me ya hevkarîyê û ya strategîk e. Pîlaneke wek ji Încîrlîkê derketina DYE-yê tune ye.

Eaglin li ser ji Rûsyayê kirrîna fuzeyên S-400ê ya Tirkîyeyê jî axaft. Eaglin got ev biryar, a Tirkîyeyê ye.

Eaglin ji Haberturk-ê re axaft û bersiva-cewaba hin pirsan da:

Încîrlîk çima her car ji bo DYE-yê girîng bûye?

Ji avakirinê ve ḥeta niha, Încîrlîk her car ji bo DYE-yê, Tirkîyeyê û hevkarên din ên NATO-yê cîhekî pirr strategîk bûye. Ev ne bi tenê ji bo gefên herêmê, ji bo peydakirina alîkarîyan e jî.

Gelo tu dikarî jimara eskerên biryargehê-qerargehê ji me re bibêjî?

Wek gumana we, ez nikarim ji ber sebebên ewlehîyê jimara bi temamî ji were bibêjim. Lê bêtirî 2 hezar karkerên Emerîkayî hene. Karkerên me li avahîyê tevlî NATO-yê û Hêzên Parastinê yên Tirk re diaxifin.

Biryargeh-qerargeh li gora hin kesan nîşana emperyalîzma Emerîkan e. Tu ê ji bo vê yekê çi bibêjî?

Têkilîyên me û yên hevkarên me yên Tirk di çarçoveya qedr û qîymetê de bi rê ve diçin. Gelek eskerên me ji esnafên herêmê tiştan dikirrin. Em ji bo şîrketên herêmê keysên karî peyda dikin û digel vî awayî keysê didin markêtên piçûk ku ew tiştan parekende bifiroşin, em bi bandorên erênî yên li ser gelê herêmê serfiraz in.  

Em bibêjin gelo tu dikarî xeyal bikî ku sibê ro’ li Biryargeha Încîrlîkê sîstemên asîmanî yên S-400 ên Ûris bi cîh bûne?

Ev ê biryara Tirkîyeyê be, em qedrê vî awayî digirin. Lêbelê Wezîrîya Parastinê ya Emerîkan li ser S-400an gumanên xwe dan der.

Mijarên siyasî, bi taybetî tengijîna nava Anqereyê û Waşîngtonê bandorê-tesîrê li ser vê ahengê dikin?

Biryarên di wê tengê-sewîyeyê de bêguman dê bandora-tesîrê li me jî bikin. Lê ez nikarim bibêjim ḥeta vêga hîç bandorekê li têkilîyên eskerên Tirk û Emerîkayê kiriye.

Car caran tê gotin ku dê DYE ji Încîrlîkê der bikeve. Pentagonê her carê got virr û derew e. Cenabê te çi difikire?

Hîç pîlaneke me ya bi wî awayî tune ye. Hebûna me ya li vê derê bi destûra-îzna ḥikûmeta Tirk a hem hevkarê me û hem hevalê me yê strategîk e.

Di vegotinên çapemenîya rojavayî de çeķên-sîleḥên nukleer wek sebebê derketinê tên nîşandayîn. Bi ya te ew çeķ li cîhekî ewle ne?

Wek Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), sîyaseta me ya li herêmekê li ser erêkirin û nekirina wan e.

Încîrlîk wek navenda tevgera derba eskerîya 15ê Temûzê tê dîtin. Cenabê te di wê demê de li Încîrlîkê nînbû lê ez dîsa jî dixwazim li ramana-fikra te bipirsim…

Ez ê li ser vî awayî hîç tiştekî nebêjim.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.