1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Qirêjiya jîngehê ya li cîhanê gihîştiye asteke metirsîdar
Qirêjiya jîngehê ya li cîhanê gihîştiye asteke metirsîdar

Qirêjiya jîngehê ya li cîhanê gihîştiye asteke metirsîdar

A+A-

Tevî ku Coronayê ziyanekî mezin gihandiye jiyana mirovan û gelek çalakiyên wan asteng jî kirine, hîn jî li cîhanê yek ji rojevên sereke keşûhewa û jîngeh e. Ji ber ku eger tedbîrên pêwîst neyên wergirtin, dê li ser jiyana tevahiya zindiyan bibe gefekî gelek mezin.

Li aliyekê ku gotûbêj û konferans li ser paqijiya keşûhewayê birêve diçin, li aliyê din jî bi berdewamî xelk tê hişyarkirin ku jîngehê qirêj nekin. Yek ji wan madeyên ku jîngehê qirêj dike jî plastîk e.

Li gorî lêkolînekê li ser asta cîhanê 9 milyar tonên plastîkê hatine berhemanîn, lê tenê %9 a wê rêjeyê hatiye risaykilkirin.

Avêtina zibil û gemarê bo nav jîngehê gefê li avê, axê û tevahiya sîstema jîngeha erdê dike. Plastîk pêkhênerekî serekî yê wî ziblî ye li seranserî cîhanê ku tê avêtin. Ji 60 salî û bi şûnde berhemanîna wê madeyê bo çêkirina çend kelûpelên cor bi cor destpê kir.

Li gor lêkolîneke komelgeha cografî ya niştîmanî li Brîtanyayê, ji wê demê ve, zêdetirî 9 milyar ton plastîk hatiye berhemanîn, ku Ji %91 nehatiye rîsayilkirin û bû ye bela bi ser jîngehê. Bêbandorbûnba butlekî plastîkê 450 sal divê.

Paşmayê xwarinê, paşmayê elektironî, şûşe, maddeyên kîmyawî, sotemenî û etomî ligel plastîkê, ji xeynî ku sîmaya cihan têk didin, gefê li jiyana mirov û jîngehê dixwin.

Di dema hilandina wan de ew paşma dibin sedema çêbûna bêhneke nexweş, herwiha dibin sedema derbûna madeyên kîmyawî yên jehrî bo nav axê, ku ew jî axê têk didin û pergala erdê jinav diçe.

Herwiha ew gaz dibin sedema baran tiriş û barîna terezê, ku herdû zerarê digihînin çandiniyê. Paşma herwiha dibin sedema pîsbûna avê û çêbûna metirsiyê li ser jiyana mirov û canewerên avî. Ev jî ligel ku çend nexweşiyên wek melarya û yên din ku dikarin bi rêya mêşan, mêşoleyan, mişikan ji paşmayan bo mirov veguhêzin.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.