1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. QEREDAXÎ: ŞERÊ DI NAVBERA PÊŞMERGE Û HÊZÊN IRAQÊ DA YÎ HERAME
QEREDAXÎ: ŞERÊ DI NAVBERA PÊŞMERGE Û HÊZÊN IRAQÊ DA YÎ HERAME

QEREDAXÎ: ŞERÊ DI NAVBERA PÊŞMERGE Û HÊZÊN IRAQÊ DA YÎ HERAME

A+A-

 

 

Sekreterê Giştî yê Alimên Misilmanên Dinyayê Nojdar Elî Qeredaxî fetva da: Şer û pevçunên di navbera Pêşmerge û Hêzên Iraqê da herame. Kî di ber axa xwe da were kuştin şehîde.

 

Qeredaxî di daxuyaniyê da gazî kire Hikimeta Herêma Kurdistanê û Hikimeta Iraqê ku şeri bisekinîn û têkiliyê bi hev danin. Qeredaxî: Çi xêra rêhtina xwînê û şeri nîne, îradeya miletan bi şeri nayê beyan kirin.

Qeredaxî ragihand serxweşiya serkeftinê li Iraqê dibe sedema xwîn rêhtinê, dînê me eyniye û me bi hevre li hemberî terorê şer kir.

Qeredaxî: Ez Elî Qeredaxî fetvayê didim ku şerê di navbera misilmanan da yî herame. Hewceye mesele bi axaftinê were hal kirin. Rika di kibrê da ne li hemberî Îslamê be jî Xwedê qebul nake

Qeredaxî gazî kire hemu alim û merciyên dînî jî bizavekê bidin ku şer neye kirin û ji bo Hikimeta Iraqê got:

Daxwazên Hewlêrê yên di çarçoveya makezagonê qebul bikin. Çimkî qebul kirina diyalogê ferzeke şerî û netewî ye, pêşya talan û rêhtina xwînê digre. Rexê dîyalogê qebul neke zalime. Rexê diyalogê qebul bike û êriş bê ser heqê wi heye ku xwe biparêze. Di vi şerê parastinê da kî bê kuştin şehîde û cihê wi beheşte. Cihê rexê dî jî cahneme.

Qeredaxî gazî kire welatên dinyayê jî ku hewl bidin ku di navbera her du aliyan da diyalog despê bike.

♦ufkumuzhaber/Kurdi

 

 

             

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.