1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Qasim Şeşo: Daxwaz ji PKKê û YPGê dikin bila pêsîra me berdin
Qasim Şeşo: Daxwaz ji PKKê û YPGê dikin bila pêsîra me berdin

Qasim Şeşo: Daxwaz ji PKKê û YPGê dikin bila pêsîra me berdin

Li gor daxuyaniya berpirsên leşkerî yên Êzdî carek din şervanên PKK’ê û YPG’ê li pêşiya rizgarkirina Şingalê bûne asteng ku bi hezaran Kurdên Êzdî çaverêya azadbûna Şingalê dikin.

A+A-

Li gor daxuyaniya berpirsên leşkerî yên Êzdî carek din şervanên PKK’ê û YPG’ê li pêşiya rizgarkirina Şingalê bûne asteng ku bi hezaran Kurdên Êzdî çaverêya azadbûna Şingalê dikin. 

Amadekariyên hêzên Pêşmerge li Şingalê berdewam dikin. Li gor zanyariyên gehiştine dest BasNews di çend rojên borî de plana kontrolkirina navenda navçeya Şingalê hatibû danîn. Doh û roja berî li vê herêmê di navbera Pêşmerge û çekdarên rêxistina DAIŞê de şer û pevçûnan rûda. 

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Emîd Simê Boselî bo BasNews ragehand ku plana wan ya azadkirina navenda Şingalê ji aliyê hêzên ser bi PKK’ê ve hatiye pûç kirin. 

Boselî got: ‘’Piştî ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amadekariya operasyona Şingalê kirin hêzên ser bi PKK’ê jî ketin nava tevgerê. Jiber vê yekê jî terorîstan li hember amadekariyan karîn hemû rêyên operasyonê mayin bikin û bikevin amadebaşiyê.’’ 

Ji aliyê din ve Fermandarê Pêşmergeyên Êzdîxan Qasim Şeşo ku dema hatina DAIŞê bi hezar Pêşmergeyan ve li Şingalê mabû, bo BasNews got: ‘’Daxwaz ji PKKê û YPGê dikin bila pêsîra me berdin. Ev kiryarê wan zirarê dide û tenê texrîbat e. Dixwazin bêjim ‘’me Şingal azad kir’’ û got: ‘’Bila kerem bikin navenda Şingalê bigrin. Çima nagrin? ’’ 

Qasim Şeşo amaje bi wê yekê kir ku dosya Şingalê mijarek mirovî, neteweyî û niştîmanî ye û got: ‘’Lê belê hindek aliyan ev yek kirina mûzayedeya siyasî.’’ 

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.