1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Protesto belav dibin: Artêşê leşker sewkî hinek bajaran kir
Protesto belav dibin: Artêşê leşker sewkî hinek bajaran kir

Protesto belav dibin: Artêşê leşker sewkî hinek bajaran kir

A+A-

 

 

Xwepêşandanên li Tunisê her diçe belav dibe û hêzên ewlehî bi tundî mudaxeleya xwepêşandêran dike. Heta niha bi 100an çalekvan hatine binçavkirin.

 

Di protestoyan de avahiyên sazî û dezgehên hikûmetê jî rastî êrişên çalekvanan tên. Hat ragihandin ku hikûmetê ji bo çalekvanan belav bike yekîneyên leşkerî sewkî hinek bajaran kir.

 

Serokwezîr Yusuf Şahid di daxuyaniya xwe de çalekvan bi qelskirina dewletê û bi vandaltiyê sûcdar kirin. Protestoyên Tunisê paytext jî di nav de herî kêm bi 10an bajaran belav bûne.

Protestoyên Tunisê hefteya borî bixwepeşandanên aştî dest pê kiribû, lê ji roja duşemê ve bûyerên tundûtujî jî diqewimin. Ji destpêka protestoyan heta niha zêdetirî 600 çalekvan hatiye binçavkirin.

Hêzên ewlehî yên hikûmetê çalekvanan û çalekvan jî hêzên hikûmetê bi tundûtujiyê tohmetbar dike.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.