1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Protesteyên li dijî kombûna bilind a NATO-yê dest pê kirin
Protesteyên li dijî kombûna bilind a NATO-yê dest pê kirin

Protesteyên li dijî kombûna bilind a NATO-yê dest pê kirin

A+A-


Bi sedan kes li Bruksela payîtexta Brukselê roja şemîyê li dijî NATO-yê bi rê ve çûn û ber bi biryargeha-qerargeha hevkarîyê ve bi rê ve çûn.

 

Xwenîşandanên protestoyên li dijî kombûna bilind a NATO-yê ya di 11-12yê Temûzê de dê were lidarxistin di paşîya hefteyê de dest pê kirin.

Di kombûnê de pankartên wek “Trump tu bi xêr nehatî”, “NATO leyîstik qedîya”, “NATO-yê rawestînin-şerî rawestînin”ê hilgirtin.

Xwenîşandêr ji xwe re siyaseten koçberîyê yên Trump-î jî kirin mebest-hedef. Dezgeha Lêbuhurînê bi pankarta “êdî malbatan nexin bin çavî” tevlî wê bû. Di birêveçûyînê de alayên Filistînê û Kubayê jî hatin hilgirtin.

Ji çendîn welatên dinyayê gelek nûner tevlî konferansa li dijî NATO-yê ya ku roja yekşemê ji alîyê Encûmena Aştîyê ya Dinyayê ve hat lidarxistin bûn. Sekreterê wê Tsavdarîdîs got di çalakîyan de mebesta-hedefa wan a hîmî NATO bûye ku ew tu car aştîyê neparastiye.

Tsavdarîdîs got NATO li dijî aştî û ewlehîya dinyayê gef û ew gef roj bi roj hinbihin bêtir dibe.

NATO her tim êrîşkar bûye û şeran kişkiş kiriye.

Nexasim di demen paşîn de li Deryaya Baltikê bicîhkirina eskeran, li Romanya û Polonyayê pîlanên mertalên parastina fuzeyan û pêkirinên Rojhilata Navîn nîşana bêtirbûna van pêkirinan e.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

              

Etiketler : , ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.