1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ‘Plana B ya Tirkiyeyê li dijî Îsraîlê heye'
‘Plana B ya Tirkiyeyê li dijî Îsraîlê heye'

‘Plana B ya Tirkiyeyê li dijî Îsraîlê heye'

A+A-




Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe de ragihand ku Tirkiye ji bo îlana Trump a Qudsê dixwaze bi piştevanî û hevkariya navneteweyî planeke çalekiyê têxe dewrê.


 

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe de ragihand ku Tirkiye ji bo îlana Trump a Qudsê dixwaze bi piştevanî û hevkariya navneteweyî planeke çalekiyê têxe dewrê, eger ji bo Qudsê bingehek çênebe wê plana xwe ya B têxe dewrê û dest bi mûeyîdeyan bike.

Abdulkadir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Enqere di meseleya Qudsê de hestên xwe danîn aliyekî û dîplomasî derxiste pêş. Erdogan bi serokan re diaxive. Dixwaze koalîsyoneke berfireh saz bike. Ji bo biryara Qudsê wekî planake mezin dixuye. Piştî gava avabûna Îsraîlê ya sala 1948an ev gava herî mezin tê dîtin.

Nexşerêyeke Enqereyê heye. Lê Enqere naxwaze vê wekî plana xwe dixwaze wekî planeke navnetweyî derxe pêş. Eger ev plan bi ser nekeve, Tirkiye hetanî birîna têkiliyên dîplomatîk jî di nav de naskirina Qudsa Rojhilat wekî paytextê Filistînê dibe çend biryaran bide. Heke plaan navneteweyî bi ser nekeve, wê Tirkiye mûeyîdeyên xwe eşkere bike. Ew jî ne A, plana B ye."

♦ufkumuzhaber/kurdî

 

 

               

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.