1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Plana 3 dewletan li ser maseya Barzanî
Plana 3 dewletan li ser maseya Barzanî

Plana 3 dewletan li ser maseya Barzanî

Tîmeke pisporên leşkerî yên her sê dewletên Amerîka, Brîtanya û Almanya planek ji bo avakirina hêzeke profesyonel a leşkerî ji Kurdistanê re amade kirine.

A+A-

 

 

Wezareta Pêşmegre jî dibêje, ew plan dê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re were şandin û ji bo heman mebestê ew dê bi Barzanî re bicivin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkarîya tîmeke şareza û pispor ên ji wezaretên berevaniyê yên her sê dewletên Amerîka, Brîtaniya û Almanyayê, di warê encamdana çaksaziyan li Wezareta Pêşmerge gavên cidî dihavêje û biryar e her 3 dewlet hêzeke profesyonel a leşkerî ji Kurdistanê re ava bikin.

Ji bo avakirina wê hêza xurt û profesyonel a leşkerî, tîma pirspor a her sê dewletên mezin ên cîhanî, projeyeke 35 xalî pêşniyar kiriye û îro yekşembiyê di civînekê de ev projeya xwe pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Berpirsê Hemahengî û Pêwendiyên Derve yê Wezareta Pêşmegre, emîd Hejar Îsmaîl li ser vê mijarê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Heftiya bihê, Encumena Wezîran dê ji bo gotûbêjkirina wê planê bicive.”

Hejar Îsmaîl got, piştî pesendkirina wê planê ji aliyê Encumena Wezîran ve, dê paln ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re were şandin.

Li ser dema cîbicîkirina wê planê jî, Hejar Îsmaîl da xuyakirin: “Ji bo heman mebestê, em dê li gel Serokê Herêma Kurdistanê bicivin. Dema ku birêz Serok Barzanî razîbûna xwe li ser planê nîşan da, dê yekser bikeve warê cîbicîkirinê.”

Wî rayedarê Wezareta Pêşmerge tekez kir, her sê welatên ku ew proje amade kirine, dê li ser alîkariyên xwe ji bo Hêza Pêşmegre berdewam bin, heta ku Hêza Pêşmerge bi tevahî û bi şêweyeke nû tê organîzekirin.

Berpirsê Hemahengî û Pêwendiyên Derve yê Wezareta Pêşmegre di berdewamiya axavtina xwe de diyar kir, ku gelek guhertin di Wezareta Pêşmegre de dê werin pêkanîn û ew guhertin wiha rêz kir: “Avakirina komîteyekê ji bo pêdeçûna bi rêjeya fermanberên Wezareta Pêşmerge, yekxistina hêzan û bi taybet yekîneyên 70 û 80, Pêdeçûn bi mûçe û mafên Pêşmerge, tevî amadekirina plana stratejiya ewlehiya Herêma Kurdistanê  bi hevrêziya li gel Wezareta Navxwe û Encumena Asayişê.”

 

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.