1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. PKKê ji Şingal derneket
PKKê ji Şingal derneket

PKKê ji Şingal derneket

Qayimeqamê navçeya Şingalê Mehma Xelîl ragihand, muhleta valakirina avahiyên hikûmetê yên li Şingalê bi dawî hat, lê belê heya niha PKKê ti avahiyên hikûmetê vala nekirine.

A+A-

Qayimeqamê navçeya Şingalê Mehma Xelîl ragihand, muhleta valakirina avahiyên hikûmetê yên li Şingalê bi dawî hat, lê belê heya niha PKKê ti avahiyên hikûmetê vala nekirine.

Piştî kontrolkirina Şingalê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hinek partî çûne nav avahiyên dezgehên hikûmetê yên li navçeya Şingalê û ewder kirine baregehên partiya xwe.

Encumena Parêzgeha Mûsilê di nivîseke fermî de daxwaz ji hemû partiyan kiribû ku 13 avahiyên hkûmetê yên li Şingalê ku bûne baregehên partiyan, werin valakirin.

Encûmena Parêzgeha Mûsilê di nivîsa xwe ya fermî de dema 24 saetan wek muhlet diyar kiribû, daku ew partiyên ku avahiyên hikûmetê ji xwe kirine baregeh, vala bikin. Muhleta ku encumenê diyar kiribû îro saet 08:00ê sibehî bi dawî hat, lê belê hat ragihandin, ku gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ew biryara Encumena Parêzgeha Mûsilê bicih nekirin û ti avahiyek vala nekirin.

Qayimeqamê navçeya Şingalê Mehma Xelîl derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “Çar avahiyên hikûmetê di destê hêzên PDKê de bûn, dema ku me daxwaz ji wan kir, wan ewder vala kirin. Lê belê 7 avahî û baregeh ku di destê hêzên PKKê de bûn, heya niha nehatine valakirin.”

Fermandeyê hemû çekdar û baskên PKKê li Şingalê Demhat Civyan pêştir di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, hêj zû ye ku derbarê valakirin û derketina ji Şingalê de biaxivin.

Demhat Civyan herwiha ragihandibû: “Hêj hemû Şingal nehatiye kontrolkirin, bila ew axa ku maye were rizgarkirin, rewş asayî bibe, Şingal dubare were avedankirin û bawerî ji xelkê re were çêkirin ku cardin vegerin cihê xwe, wê demê me ti pêwîstî bi wan avahî û fermangehan namîne.”

Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl herwiha ji Rûdawê re destnîşan kir: “Pêwîstiya me gellek bi wan avahiyan heye. Eger PKK her amade nebû ku wan cihan vala bike, hingê dê Encumena Parêzgeha Mûsil axavtina xwe ya dawî di vê bareyê de bike.”

Çekdarên DAIŞê di 3ê Tebax a sala 2014ê de êrişî Şingalê kiribûn û ewder kontrol kiribûn. Piştî zêdetirî 15 mehan, hêzên pêşmerge di 12ê Mijdarê de operasyona rizgarkirina Şingalê ji dets DAIŞê dan destpêkirin û di 13ê Mijdarê de Şingal bi timamî ji aliyê pêşmergeyan ve hat kontrolkirin.

Rûdaw

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.