1. HABERLER

  2. KİTAP TANITIMI

  3.  Pirtûka “Fermo bi kurdî – Lutfen Kurtçe” derket
 Pirtûka “Fermo bi kurdî – Lutfen Kurtçe” derket

 Pirtûka “Fermo bi kurdî – Lutfen Kurtçe” derket

A+A-

Pirtûka ku ji 322 rûpelan pêk tê, bi metoda ku xwendevanên pirtûkê xwe bi xwe fêrî kurmancî bikin hatiye amadekirin. “Fermo bi kurdî – Lutfen Kurtçe” bi taybetî ji bo tirkîaxêvên bi kurmancî nizanin û dixwazin kurmancî fêr bibin hatiye nivîsandin.

Waneyên pirtûkê bi tirkî hatine şîrovekirin û fêrbûna babetên rojane yên ji nava jiyanê wekî bingeh hatine girtin. Di nava pirtûkê de gelek wêne û şablon jî ji bo sivikrina têgihîştina naverokê hatine bikaranîn.

Nivîskarê pirtûkê Fêrgîn Melîk Aykoç li ser pirsa me ya ka çima pirtûk bi metoda ji bo kesên bi tirkî dizanin û dixwazin fêrî kurdî bibin amade kiriye, got ku wî li ser daxwazê ev metod hilbijartiye. Aykoç her wiha destnîşan kir ku heta niha wan hewl daye bi riya Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê gelek kursan bi taybetî ji bo xwendekarên kurd ên li zanîngehan pêk bînin lê belê ji ber pirsgirêka ragihandinê wan nekariye hemû daxwazan bînin cih. Bi vê pirtûkê kesên ku derfetan nabînin tevlî kursa bibin dê xwe bi xwe bikaribin fêrî kurmancî bikin.    

Gelek waneyên pirtûkê par di çarçoveya kampanyayên ji bo fêrbûna zimanê kurdî de di rojnameya Yenî Ozgur Politikayê de jî hatibûn weşandin.

Nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Fêrgîn Melîk Aykoç heta niha bi kurdî hem pirtûkên ji bo fêrbûna kurdî û hem jî romanên bi kurdî weşandine. Aykoç ev bi salan e ku bi awayekî fermî li dibistanên Almanyayê dersên zimanê kurdî dide zarokên kurd. Ew her wiha bi serkêşiya Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê hem kursan dide xwendevanan û hem jî kursên taybet ên ji bo gihandina mamosteyên kurdî bi rê ve dibe.

Zekî Ozmen/diyarname.com

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.