1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. PÎROZIYÊN DÎNÊ XWEDÊ Û MESCÎDUL EQSA
PÎROZIYÊN DÎNÊ XWEDÊ Û MESCÎDUL EQSA

PÎROZIYÊN DÎNÊ XWEDÊ Û MESCÎDUL EQSA

A+A-

Rejîma sîyonîst ya ku şibya dara zaqqumê keftiye dilê Alema Îslamê eve demeke li Mescîdul Eqsayê riya misilmanan digre, şerê kesên têne nimêjê dike, misedê nade kesên di bin emrê 50 salî herin Mescîdul Eqsayê. Rejîma Sîyonîst bi vê rewşê ve dîsa dest bi êriş û bêrêziyan li hemberî pîroziyên îslamê dike.

Bê şik parastina pîroziyên Îslamê û cezakirina bêrêziyên li hemberî Îslamê wezîfeya misilmanaye.

Ey ew kesên bawerî înayî! Bêrêzî û êrişên li hemberî şîarên Xwedê, heyva heram, qurbana ku bo Qabeyê hatiye dîyarî kirin û kesên ji bo daxwaze nîmet û rizaya Xwedê hatine Beytul Heramê hilal hisab nekin. (Maîde:2)

 Ew hidudên ku Xwedê aşkera kiri şîarên Xwedêne. Hewceye ew hidud neyêne binpê kirin. Di heyvên heram da şer kirin, êrişa li hemberî qurban û xwediyên qurbanên Qabeyê tête kirin, êrişa li kesên diçine Qabeyê tête kirin, bêrêziya li hemberî Xwedêye, nenas kirina hidudên Xwedêye. Li Mescîdul Eqsayê pêşî girtina nimêj kirinê û êriş kirina wan mirovan binpê kirina pîroziyên Îslamêne.

Qabe û Mescîdul Eqsa û Mescîda Nebî û hemu cihên îbadetan nîşan û pîrozîyên dînê Xwedêne. Safa û Merve jî wusane.

Bê şik Safa û Merve jî nîşanên dînê Xwedêne. (Beqere 158)

Bilind kirin û parastina şîarên dînê Xwedê xususîyên mirovên bi teqwane. Mirovê bi teqwa ne tenê mirovê nafsa xwe ji gunehan diparêze. Parastin û bilind kirina dînê Xwedê jî ji teqwayêye.

Kî nîşanên dînê Xwedê bilind bike ew ji teqwaya wiye. (Hecc 32)

Ev her du îstisnaye xaric, ew dewletên xelkê wê misilman lêbelê rêvebirên wê di meseleya Îslamê da xemsarin me hîvya xwe jê birîye. Di meseleya parastina şîarên dînê Xwedê da em misilman û civatên Îslamî li gorî qeweta xwe dikarin hinek tiştan bikin li hemberî zilma Sîyonîst:

1) Em hemu dikarin postereke nîşa dide ku Mescîdul Eqsa ye êxsîre û hewceye were azad kirin di nava mala xwe de hilawîsin. Bi vî şiklî em dikarin xwe û malbata xwe di vê meselê da hişyar bikin.

2) Em hemu dikarin tabloyeke ku têda dinivîse : ''Têkiliyên bazirganî û dîplomatîk yên bi Îsraîlê re heramin'' hilawîsine dîwarê karxaneya xwe. Em dikarin ambargoyê danine ser malên Îsraîlê. Li welatê me bi deh hezaran karxaneyên biçuk û mazin yên misilmanên hişyar hene. Di van hemu karxaneyan da tabloyên bi vi rengî hebin deh hizar mirovên  têne van karxaneyan wê van gotinan bibînin û wê li ser van gotinan bifikirin û wê bizanin ku malên Îsraîlê li vê derê nayêne firohtin. Ev çalakîya biçuk û herkes dikare bike di demekî kurt da wê bigihe bi milyonan kesan. Ev çalakîye wê bibe sedema pêkhatina ambargoya aborî û dîplomatîk ya li hemberî Îsraîlê. Demê ku di civakê da daxwazeke viha çêbu  rêvebirên dewletê jî wê mecbur bin hinek gavan bavêjin.

3) Her misilmanekî hişyar û bi teqwa dikare fotoyekî Mescîdul Eqsayê yê nîşa dide ku Îsraîl li hemberî Mescîdul Eqsayê êrişê û bêrêziyê dike bi dîwarê karxaneya xwe hilawîse. Bi vi şiklî bêrêziya Îsraîlê ya li Mescîdul Eqsayê dike wê her roj ber bi çavê bi milyonan mirovan bikeve û wê misilmanan hişyar bike. Ev hişyariya civakê wê di pêşerojê da bibe sedem ku rêvebir jî li gorî civakê hereket bikin.

4) Em hemu dikarin resmekî biçuk yê Mescîdul Eqsayê û tabloyeke bi nivîsa ''Têkiliyên bazirganî û dîplomatîk yên bi Îsraîlê re heramin' daliqînine cama erebeya xwe.

5) Îro misilmanan bi hizaran komel, vaqif û medrese hene. Daliqandina tabloya ''Têkiliyên bazirganî û dîplomatîk yên bi Îsraîlê re heramin' û fotoyên Mescîdul Eqsayê ne zehmete. Têkiliyên dîplomatîk jî şibya ticaretê heramin. Çimkî têkiliyên dîplomatîk jî dibine sedema dewama zilma dagirkerên zalim. Her karê ku dibe sedema dewama dagirkeriya dijmini herame.

Ev pêşniyare, ev tişte ne tişên wene ku qeweta me têra neke, em ji bin dernekevin. Cizayê qanunî yê van tiştan jî nîne. Ev karê biçuk wê bandoreke mazin li ser civakê bike, teqwaya dilên me zêde bike û siyaneta dînê xwedê zêde bike. Ji ber van kirinên me heke em hatine îkaz kirin an ticareta em zirareke  biçuk dît an jî li karxaneya xwe em ''Bi Îsraîlê ticaret herame'' binivîsin û malên Îsraîlê bifiroşin hewceye em ji îmana xwe bitirsin ji xwe bi pirsin ka em çi qas xwedî li siyaneta dînê Xwedê derdikevin.

Gotin hêsana lêbelê bi tena serê xwe gotin dijmini paşda nabe. Hewceye em silogan û daxuyanî û feryadên xwe bi bi kirinên xwe yên nerim û bi bandor  qayîm bikin. Çimkî ew gotinên bi kar û kirinan ve neyêne xemilandin puçin, berhewane.

 

 

 

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum