1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Peyama pîrozbahiyê ya Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê bi boneya azadkirina tam a Mûsla Iraqê
Peyama pîrozbahiyê ya Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê bi boneya azadkirina tam a Mûsla Iraqê

Peyama pîrozbahiyê ya Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê bi boneya azadkirina tam a Mûsla Iraqê

A+A-

 

 

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê serketina artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li azadkirina tam a bajarê Mûsilê li wezîrê berevaniyê yê Iraqê û fermandarê Heşdê Şeibî pîroz kir.


 

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî roja yekşemiyê gihîşte bajarê Mûsilê li bakurê Iraqê û bi fermî serketina li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê piştî 37 mehan ragihand.

Opêrasiyona azadkirina Mûsilê ji 17`ê Cotmeha 2016`an va dest pê bûbû.

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê, serdar sertîp pasdar Hisên Dêhqan roja yekşemiyê bi peyamên cuda ji wezîrê berevaniyê yê Iraqê, Mehmeûd Ebdulxefûr Ebdullah El Heyalî û Hadî Amêrî, fermandarê hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî, ragihand: `Hilweşiyan  û jinavçûna têrorîsmê tenê bi îradeya rasteqîn û hevahengiya dewletan û pêkanîna bereya yekîne li dijî têrorîsmê pêkan e û serketina mezin li Mûsilê komployên Amerîka û Rêjîma dagirker a Siyonîst li Iraqê pûç kirin`.

Serdar sertîp pasdar Dêhqan tevî diyarkirina hêvadariya xwe li bara têkçûna tam a stratijiya şerê bi cîgirtî ya pergala serdestîxwaz a cîhanî li navçeyê, her wiha got: `Serketinên vê dawiyê li Iraqê encama ixlas û jixwebuhurîna hêzên Heşdê Şeibî di bin rêbertiya hekîmane ya merceyiyeta derecebilind a şîe û fermandarên mêrxas ên iraqî bûye`.

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha amadetiya tam a Têhranê ji bo xurtkirin û berfirekirina hevkariyên berevanî, leşkerî û ewlehiyê digel Iraqê ragihand.

♦ ufkumuzhaber/kurdî

 

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.