1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Pêvajoya xweberbijêrkirina ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê dest pê kir
Pêvajoya xweberbijêrkirina ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê dest pê kir

Pêvajoya xweberbijêrkirina ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê dest pê kir

A+A-

 Bi biryara Desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê ji îro ve heta sê rojan pêvajoya xweberbijêrkirina ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê berdewam e.

 

Desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê di demjimêr 11:00ê roja yekşemê 12ê Gulana 2019an de civiya û biryara vekirina deriyê xweberbijêrkirinê ji bo postê Serokê Herêma Kurdistanê da, ji demjimêr 11:00ê îro yekşemê heta demjimêr 11:00ê roja 15ê Gulana 2019an, bi wan mercên ku di madeya pêncem a yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê – Iraq hejmara 1 a sala 2005an a sererastkirî de hatiye.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ji Parlementoya Kurdistanê ragihand: “Piştî ku yasaya aktîvkirina saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat pesendkirin, sê roj piştî pesendkirinê, deriyê xweberbijêrkirinê tê vekirin ji bo wan kesên ku dixwazin xwe berbijêr bikin ji bi postê Serokê Herêma Kurdistanê, li gor yasayan Serokê Herêma Kurdistanê li nav parlementoyê tê hilbijartin, lewma kesên ku xwe berbijêr dikin, divê CVyên xwe pêşkêşî Serokatiya Parlementoya Kurdistanê bikin.”

Nêçîrvan Îdrîs Mistefa Barzanî:

 

Di 21ê Îlona 1966an de li Barzanê jidayîk bûye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê ye

Di sala 1975an de li gel malbata xwe awareyî Îranê bûne

Ji Beşa Zanistên Siyasetê ya Zanîngeha Tehranê derçûye

Di sala 1989an de bûye endamê Polîtburoya PDKê

Di sala 1996an de bûye Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Di sala 1999an de bûye Serokwezîr (kabîneya çarem)

Di sala 2006an de bûye Serokwezîr (kabîneya yekgirtinê)

Ji sala 2011an heta 2013an careke din bû Serokwezîr

Di sala 2013an de cardin postê serokwezîrtiyê jê re hat dayîn heta 2018an

Di 03-12-2018an de bû berbijêrê PDKê yê ji bo postê Serokê Herêma Kurdistanê.

 

Roja çarşemê (08-05-2019) Parlementoya Kurdistanê civiya bi mebesta dengdana li ser projeyasaya "aktîvkirina saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê – Iraq û sererastkirina şêwaza hilbijartina serok heta pesendkirina destûrê", piştre bi dengên 89 parlementeran projeyasa hat pesendkirin.

Li gor projeyasayê, du cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê dê hebin ku yek ji Tevgera Goran û yek jî ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) be. Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî diyar kir: “Li gor sererastkirina yasayê, desthilatên herdu cîgirên serok ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve têne diyarkirin.”

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.