1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Pêşmerge: Li Pirdê pêşmergeyan êrîşên neyar û dagirkeran têk şikandin
Pêşmerge: Li Pirdê pêşmergeyan êrîşên neyar û dagirkeran têk şikandin

Pêşmerge: Li Pirdê pêşmergeyan êrîşên neyar û dagirkeran têk şikandin

Fermandariya Jûra Operasyonên Pêşmerge ya Kurdistanê di salvegera şerê Pirdê de daxuyaniyek belav kir û têde got: “Di bergiriya Pirdê ya tijî qaremanî de pêşmerge êrîşên neyar û dagirkeran têk şikand û armanca wan a qirêj hat binaxkirin.”

A+A-

 

Îro roja 20ê Cotmeha 2018a 3u 4 roj piştî bûyera 16ê Cotmehê, çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê dixwest ber bi Hewlêrê pêşve biçin lê li nahiyeya Pirdê ser bi parêzgeha Kerkûkê ve rastî pêşmerge bûn û piştî şerekî giran nikarin pêşve biçûna.

 

Fermandariya Jûra Operasyonên Pêşmerge ya Kurdistanê di daxuyaniyekê ragihand, “xiyaneta 16ê Cotmehê” bû sedema pêşveçûna wan hêzan ber bi Hewlêrê û got: “20ê Cotmeha 2017a heyameke mezin bû di xebatên miletê me de û di wê rojê de mêjûyeke tijî bi şanazî hat tomarkirin. Ew serkevtina pêşmerge bo hemû aliyan selimand ku gelê Kurdistanê xwediyê dozeke rewa ye û amade ye heta dilopa dawî ya xwîna xwe bergiriya xak û rûmeta nîştiman bike.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de hat derbirîn ku wê “xiyanetê” wiha kir ku neyarên gelê me Herêma Kurdistanê wek pariyekî hêsan bizanibin û xwestin dagir bikin û ji ber vê yekê berê xwe dan Hewlêra paytext lê di berevaniya tijî qaremanî ya li Pirdê de pêşmerge êrîşên neyar û dagirkeran têk şikand û armanca wan a qirêj hat binaxkirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.