1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Pêşmerge: Bexda rê nade ku çek bigihîjin me
Pêşmerge: Bexda rê nade ku çek bigihîjin me

Pêşmerge: Bexda rê nade ku çek bigihîjin me

Wezareta Pêşmerge ragihand ku hikûmeta Iraqê li hember hinardekirina cebilxaneyên ku bo Pêşmerge hatine şandin, astengiyan derdixe.

A+A-

Di 11ê Tebaxê de li medyaya Kanadayê hin nûçe hatibûn belavkirin, di nûçeyan de hatibû aşkerekirin, çekên ku ji bo Pêşmerge hatine şandin, ji aliyê Bexdayê ve ji Heşda Şeibî re hatine şandin û li ser vê rexne li Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau hatibû girtin.

 

Berpirsê Hemahengî û Pêwendiyên Derve ya Wezareta Pêşmerge Hejar Îsmaîl diyar kir ku, "îdiayên dibêjin "çekên ji bo Pêşmerge hatibûn, ji Heşda Şeibî re hatine dayîn bêbingeh in."

Herwiha Hejar Îsmaîl teqez bi wê yekê kir, kargoya ku têde cebilxane û pêwîstiyên 600 leşkeran hene û ji Kanadayê ji bo Pêşmerge hatiye şandin, hêj negihiştiye destê wan.

Rayedarê Wezareta Pêşmerge aşkere kir, Bexda ji bo ku ew kargo negihije ber destê Pêşmerge pirsgirêkan derdixe.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.