1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Pentagonê ji Tirkîyeyê re firotina çekan bisînor kir
Pentagonê ji Tirkîyeyê re firotina çekan bisînor kir

Pentagonê ji Tirkîyeyê re firotina çekan bisînor kir

A+A-


Qanûnê pêşnîyarîya ji Pentagonê re di sala malî ya 2019ê de dayîna 716 milyar Dolar budceyê li Kongresa Emerîkî li dijî 10 rayan bi 85 rayan hat qebûlkirin.

 

Di pêşnîyarîya budceyê de bi nûkirinekê madeyek hat zêdekirin ku dezgehên Emerîkan nikaribin ji markeyên ZTE û HUAWEI yên Çînê berhem bikirrin.

Di pêşnîyarîyê de sînorek ji bo firotina çekan tê çêkirin û tê gotin ku Pentagon, bêyî Kongresê nikare çekan bifiroşe Tirkîyeyê.

Di beşa pêşnîyarîyê yê li ser Tirkîyeyê de jî tê gotin ku ji ber ku Anqere ji Rûsyayê sîstemên parastina asîmanî S-400 standine tengijîna bêtir bûye û divê keşeyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayî Andrew Brunson were serbestberdan.

Standina s-400ê dibe ku têkilîyên nava Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Tirkîyeyê xera bike û ev awa dibe bandorê-tesîrê li Hevkarîya wan a di NATO-yê de bike.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

              

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.