1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Pentagon: Mekanîzma emnî ya bi Tirkiyê re dê bi çend qonaxan bê cîbicîkirin
Pentagon: Mekanîzma emnî ya bi Tirkiyê re dê bi çend qonaxan bê cîbicîkirin

Pentagon: Mekanîzma emnî ya bi Tirkiyê re dê bi çend qonaxan bê cîbicîkirin

A+A-

Berdevkê Pentagonê derbarê gotûbêjên Amerîka û Tirkiyê de yên li ser pêkanîna navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê û rêkeftina wan li ser damezrandina navendeke hevbeş a operasyonê ya Amerîkî-Tirkî got, “ev mekanzîma emnî dê di çend qonaxan de bê cîbicîkirin, lê Amerîka amade ye çend pêngavên bilez cîbicî bike.”

 

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê, Sean Robertson di bersiva pirsa Rûdawê de ya li ser danûstandinên Waşington û Enqerê yên derbarê navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de ragihand, “armanca me pêkanîna navendeke operasyona hevbeş a Amerîkî-Tirkî li Tirkiyê ye.”

 

Sean Robertson amaje bi danûstandinên rayedarên leşkerî yên Amerîkayê û Tirkiyê kir û diyar kir: “Di vê heftiyê de gotûbêjên me yên serbazî li Enqerê, ber bi arasteya damezrandina mekanîzmeke ewlehiyê ya demdirêj li bakurê rojhilatê Sûriyê, pêşveçûn bi xwe ve dîtine, ku nîgeraniyên rewa yên Tirkiyê, hevpeymanê me yê NATOyê li xwe digire.”

 

Berdevkê Pentagonê tekezî li ser wê yekê jî kir, ku “aramanca me ev e ku navendeke operasyona hevbeş a Amerîkî-Tirkî li Tirkiyê damezrînin, ji bo berdewamîdana bi plandanîn û cîbicîkirina wê.”

 

Derbarê çawaniya cîbicîkirina mekanîzma emnî ya hevbeş a Amerîkî-Tirkî de, Sean Robertson destnîşan kir: “Ev mekanîzm dê bi çend qonaxan bê cîbicîkirin, Amerîka amade ye hinek çalakiyan bi lez cîbicî bike, di demekê de ku gotûbêjên me li gel Tirkiyê berdewam dibin.”

 

Bi gotina Berdevkê Pentagonê, “armanca Wezareta Berevaniyê li Sûriyê, hêj jî têkşikandina yekcarî ya DAIŞê ye.”

 

Duh Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê û herwiha Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê di du daxuyaniyên cuda de, ragihandin ku piştî civîneke 3 rojî ya rayedarên leşkerî yên herdu welatan, herdu alî li ser damezrandina navendeke hevbeş a operasyonê ya Amerîkî-Tirkî, ji bo hevahengî û cîbicîkirina karên damezrandina navçeya aram li Sûriyê li hev kirine.

 

Ew 3 roj bûn ku rayedarên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê, ji bo gotûbêjkirina çawaniya pêkanîna navçeya aram li nav axa Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, li Enqerê di civînê de bûn.

 

Heftiya bihorî, Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê bo Karûbarên Sûriyê, James Jeffrey di bersiva pirseke Rûdawê de gotibû, Amerîka bi guncaw dibîne kûrahiya navçeya aram li bakurê rojhilatê Sûriyê di navbera 5 heta 14 km de be û çekên giran jî ji wê navçeyê bêne vekişandin.

 

Tirkiye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên sereke yên Amerîkayê bûn û Waşington gelek alîkariya wan kiriye, weke “rêxistinên terorê” û “gef bo ser ewlehiya xwe ya niştimanî” dibîne, lê belê YPG û HSD wê yekê red dikin.

 

Enqere bi hinceta ku dixwaze ewlehiya xwe ya niştimanî biparêze, daxwaza pêkanîna navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi kûrahiya 30 km dike.

 

HSD û Rêveberiya Xweser pêşniyara Amerîkayê ya ku kûrahiya navçeya aram 14 km be, red dikin û li dijî wê yekê ne, ku Tirkiye di pêkanîna navçeya aram de rol bibîne.

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.