1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Pence derdikeve tura Rojhilata Navîn
Pence derdikeve tura Rojhilata Navîn

Pence derdikeve tura Rojhilata Navîn

A+A-

 

 

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence di 20-23ê Rebendanê de derdikeve tura Rojhilata Navîn. Pence wê serdana Misir, Urdin û Îsraîlê bike.


Qesra Spî ji bo serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gor daxuyaniyê, Pence di 19ê Rebendanê de wê ji Washîngtonê derkeve û dest bi tura xwe bike. Pence 20ê Rebendanê wê li Misrê bi Serokomar abdulfettah el Sîsî re hevdîtinekê pêk bîne û ji wir jî wê derbasî Urdinê bibe.

Mike Pence 21ê mehê li Urdinê piştî ku bi Qralê duyemîn Ebdullah re hevdîtin pêk anî wê derbasî Îsraîlê bibe û 22-23ê Rebendanê wê li Îsraîlê be.

Pence li Îsralê piştî ku bi Serokomar Reuven Rivlin û bi Serokwezîr Benjamin Netanyahu re hevdîtin pêk anî wê di Parlamentoya Îsraîlê de gotarekê pêşkêş bike û serdana Dîwarê Grînê bike.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.