1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Penaberên Sûrî ji Lubnanê li malên xwe vedigerin
Penaberên Sûrî ji Lubnanê li malên xwe vedigerin

Penaberên Sûrî ji Lubnanê li malên xwe vedigerin

A+A-

 

Dezgehên rojnamevanî li Lubnanê ragihandin, ku di heyama rojekê de, bêtirî 200 penaberên Sûrî ji Lubnanê vegeriyane Sûryê.

Li ser vê yekê Navenda Lihevanînê ya Rûsî, di daxuyaniyekê de got: Di nava 24 demjimêran de, 222 penaberên Sûrî, ku ji ber rewşa şer ji welatê xwe reviyabûn û li Lubnanê diman, bi riya dergeha Yabis û Qisêr li malên xwe vegeriyane.

Li gorî heman navendê, 67 kes ji wan jin in, 104 jî zarok in. Navenda Rûsî diyar kir, ku bi dehan ji wan kesan berê xwe dan navçeya Xûta Rojhilatê Ş
Şamê, ya ku berî çend mehan ji destê ketîbeyên opozisyonê hat derxistin.

Piştî kontrolkirina piraniya axa Sûryê û vegera ewlehî û aramiyê, di çarçoveya rêketinên di navbera  Hikûmeta Sûryê û ya Lubnanê de û bi serperiştiya Rûsya, bi hezaran penaberên Sûrî ji Lubnanê, li malên xwe vegeriyane.

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.