1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Peker bo Soylu: Dev ji xeyala xwe ya Serokomariyê berde
Peker bo Soylu: Dev ji xeyala xwe ya Serokomariyê berde

Peker bo Soylu: Dev ji xeyala xwe ya Serokomariyê berde

A+A-

Sedat Peker li ser belavkirina zanyariyên balkêş û nihênî derbarê berpirsên hikûmet û kesayetên naskirî yên Tirkiyê berdewam e. Peker vê carê jî Soylu wek `aqilsivik` binav kir û got, “Dev ji xeyala xwe ya serokomariyê berde.”

Sedat Peker ku yek ji mafyayên sereke yên Tirkiyê ye û niha li welatê Îmaratê niştecih e, ev demek e bi peyamên xwe yên vîdyoyî di rojava Tirkiyê de ye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, yek ji wan kesan e ku di hedefa Peker de ye û Peker herî zêde derbarê wî de zanyariyan belav dike û her ji ber vê yekê, tevî ku paşê hat redkirin, nûçeya destjikarberdana Soylu belav bûbû.

Sedat Peker di nûtirîn twîta xwe de Suleyman Soylu wek `aqilsivik` binav kir û got, “Dev ji xewna xwe ya serokomariyê berde. Kî piştgiriya te bike jî, tu dê biçî ber Dîwana Bilind û bikevî zindanê.”

Mafyager Sedat Peker heta niha 10 vîdyo belav kirine ku ji aliyê bi milyonan kesan ve hatine temaşekirin û belavkirin.

Her çiqas berpirsên Tirkiyê red bikin jî, Peker rojane li hejmara xwe ya Twitterê zanyariyan li ser nihêniyên berpirsên hikûmet û kesayetên naskirî yên Tirkiyê belav dike.

Sedat Peker di dawîn twîtên de bang li Soylu kir, “Aqlê te yê sivik, li hember van bûyeran nikare xwe rabigire û dê `error` bide. Her çiqas tu xwe wek kesekî piştevanên wî hene nîşan bidî jî, di mehên bê de ti piştevanekî te namîne.”

Herwiha Peker eşkere kiriye ku ew dê îro, 08/07/2021, zanyariyên zêdetir derbarê Soylu de belav dike ku bi gotina wî mijar vê carê “ne gendelî û fuhûş e” û ji Soylu re got, “Ew kesên ku bi aqlê te yê bi qasî findiqê baweriya te bi wê anîne ku tu dê bibî serokomar jî dê li gel te bin.”

Sedat Peker berî niha alîgirê AK Partiyê bû û gelek kar û mîtîng bo wê partiyê rêk xistin. Heta di bangeşa hilbijartinan  de jî Peker bo AK Partiyê kar dikir û daxwaz ji xelkê dikir ku deng bidin wê partiyê.

Lê piştî demekî û têkçûna peywendiyên di navbera herdu aliyan de û herwiha gefa girtinê, Peker neçar ma ji Tirkiyê derkeve û niha li Îmaratê dijî.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.