1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Pederson bang li Tirkiyê kir ku pabendî agirbestê be
Pederson bang li Tirkiyê kir ku pabendî agirbestê be

Pederson bang li Tirkiyê kir ku pabendî agirbestê be

A+A-

 Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî (NY) bo Karûbarên Sûriyê Geîr Pederson bang li Tirkiyê kir ku pabendî agirbestê bibe li Rojavayê Kurdistanê. Herwiha Komîteya Destûra Sûriyê jî heta 25ê Mijdarê navber da civînên xwe.

Civînên Komîteya Destûra Sûriyê piştî hefteyekê îro bi dawî bûn û piştî civînê Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî (NY) bo Karûbarên Sûriyê Geîr Pederson konferanseke rojnamevaniyê saz kir û derbarê xebatên nivîsandina destûra Sûriyê û herwiha rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişên Tirkiyê de axivî.

Li ser pirsa rojnamevanekê ya, “Di dema birêveçûna van civînan de, Tirkiye li ser êrişên xwe berdewam e. Gund û bajar tên wêrankirin, gelo we di van civînan de ev êriş şermezar kirin? Rêjeya Kurdan di komîteyê de çi ye?” Geîr Pederson got, “Em di nav komîteyê de dengê Kurdan bi zelalî dibihîzin û weke me berî niha jî gotiye, min jî û sekreterê giştî jî, me derbarê rewşa mirovî ya li Sûriyê daxuyanî dan.”

Herwiha Pederson got, “Weke berê ez careke din bi awayekî lezgîn banga agirbestê dikim û daxwaz dikim ku pabendî bi agirbestê bê nîşandan.”

Derbarê civînên Komîteya Destûra Sûriyê de ku ti nûnerekî Rêveberiya Xweser û HSDê nehatine vexwendin û tê de cih nagirin, Pederson aşkere kir ku wan heta 25ê Mijdarê navbera dane wan civînan û herwiha got jî herdu aliyan qebûl kiriye ku roja 25ê Mijdarê careke din li hev kom bibin.

Civînên Komîteya Destûra Sûriyê ku ji 150 kesan pêk tê, roja 30ê Cotmehê dest pê kiribûn û di heyama wan civînan de aliyan li ser komîteyeke 45 kesî ji bo nivîsandina destûra nû ya Sûriyê li hev kiribûn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.