1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. PDKê naveroka rêkeftina li gel YNKê belav kir
PDKê naveroka rêkeftina li gel YNKê belav kir

PDKê naveroka rêkeftina li gel YNKê belav kir

A+A-

Piştî ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) deng neda berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê, PDK wê partiyê bi binpêkirina rêkeftina navbera wan tohmetbar dike û li gor wan, mijara danîna parêzgarê Kerkûkê paralela pêkanîna hikûmetê bûye, ne ku Serokê Herêmê, lewma "YNK ji rêkeftinê vekişiyaye".

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) naveroka rêkeftina ligel Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê belav kir û diyar kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)  pabendî rêkeftinê û dema wê nebûye.

 

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed, ligel belavkirina naveroka rêkeftinê, di daxuyaniyekê de bal kişand ser wê yekê ku Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, pabendî rêkeftina 4ê Adara îsal a ku ji aliyê Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl ve hatiye îmzekirin nebûye, herwiha pabendî dema wê jî nebûye, ku hevdem e ligel pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, neku hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê.

 

Mehmûd Mihemed diyar kir ku YNK pabendî rêkeftina li ser navê Ferîdûn Ebdulqadir bo parêzgarê Kerkûkê nebûye.

 

Rêkeftina siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)

 

Ji aliyê hestê berpirsyariyê û parastina destkeftên gelê me, ku bi xwîn û xebata çendîn salan pêk hatine û herwiha ezmûna dirêj a xebat û damezrandina Parlemanto û Hikûmeta Herêmê ji bo zêdetir pêşvebirina destkeftan û liberçavgirtina xwîna şehîdan û dabînkirina pêşerojeke geş ji bo Kurdistanê û yekrêziya gelê Kurdistanê û garantîkirina mafên destûrî û vegerandina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêmê û zêdetir bihêzkirina pêwendiyên me, herdu aliyan gihîştin vê rêkeftina siyasî.

 

1- Herdu alî pabendî yekîtiya axa niştiman û berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê dibin û qewareya xwe ya siyasî û îdarê diparêzin û ji aliyê sazî û hikumraniyê ve bihêz dikin.

 

2- Herdu alî di rêvebirin û bihêzkirina dezgehên destûrî, yasayî û rêveberî yên Herêma Kurdistanê de hevbeşiya rasteqîn û çalak dikin, bi awayekî ku desthilat di çarçoveya rewatiyê de bin û ji bo bikaranîna wan jî divê îradeya gel û dezgehên fermî yên yasayî jêderên wan bin.

 

3- Ji bo birêvebirin û bihêzkirina sîstema berevaniyê û rûbirûbûna metirsiyan û parastina aştî û ewlehiya Herêma Kurdistanê, her du alî bi hev re di rêya Hikûmeta Herêmê re hemû hewlên xwe dikin ji bo dubare rêkxistina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Asayişa Navxwe, bi awayekî bi temamî yekgirtî bibe û başt rêxistinkirî be û di çarçova dezgehên niştimanî yên pêwendîdar de bin.

 

4- Herdu alî bi tevahiya şiyanên xwe piştevaniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji bo encamdana çaksaziyê, çespandina şefafetiyê, dijayetiya gendeliyê û bihêzkirina rola dezgehên çavdêriyê li Herêma Kurdistanê. Dema pêwîstî bi yasayekê ji bo her pêngavekê di vê çarçovê de hebe, her du alî wek yek tîm di Parlemantoya Kurdistanê de kar ji bo wê dikin.

 

5- Her du alî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji bo bernameyeke wê ya hevseng û temam hebe ji bo encamdana çalakiyên îdarî li seranserê Herêma Kurdistanê.

 

6- A - Her du alî hewl didin di heyama xula pêncem a Parlemantoya Kurdistanê de destûra Herêma Kurdistanê bê temamkirin û daxwazên cuda yên girêdayî bi sîstema siyasî, di rêya destûrê re bi lihevkirinê werin çareserkirin. Hevdem her du alî piştevaniyê wê yekê bikin bi berçavgirtina bernameya çaksaziya navendî û di bin çavdêriya Serokatiya Hikûmetê de, desthilatên (Nenavendiya Îdarî) li ser bingeha şorkirina desthilatan ji bo yekeyên îdarî pê kar bikin.

 

6 - B- Heta pesendkirina destûra Herêma Kurdistanê, projeyên yasayî yên xwedî rehendên niştimanî li ser bingeha lihevkirinê werin danîn, ji wan jî yasaya hilbijartinê.

 

7- Herdu alî di rêya Hikûmeta Herêmê re dê hewl û pêngavên wan ên hevbeş hebin ji bo wekhevkirina çavkaniyên dahata Herêma Kurdistanê, li gel petrol û gazê, pêşvebirina sektorên çandinî, pîşesazî û geştûguzariyê weke karên sereke dê werin wergirtin. Di heman demê de, rêkxistina sîstema bankê û kertên wezîfeyên giştî û pêkanîna Encûmena Raje û Sindoqa Xanenişîniyê, armanca hevbeş a herdu aliyan dibe.

 

8- PDK û YNKê li ser wê lihev dikin, ku karê saziyên yasayî yên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê bi şefafî samanên binerd, petrol û gazê bixin xizmeta gelê Kurdistanê û hemû wan yasayên petrol û gaza Herêma Kurdistanê li Parlemantoya Kurdistanê derkevin . Herwiha bilez sindoqa dahatên petrol û gazê li gor wan yasayan ku li Parlemantoyê derkevin.

 

9- Herdu alî li ser asta Hikûmeta Federalî hevhelwest dibin derbarê mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de û cîbicîkirina temamê bingehên sîstema federalî û çareserkirina pirsgirêkên girêdayî bi navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û pirsên petrol û gaz û budceya Herêmê û Pêşmerge û serjimariya giştî jî yekhelwest dibin, ev yekhelwestî jî di rêya dezgehên yasayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê û nûnerên me di dezgehên federalî de berceste dibe. Herwiha damezrandina hevpeymaniya fraksiyonên Kurdistanî armanca her du aliyan dibe.

 

10- Herdu alî pabend dibin ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê li ser her sê astan Iraqî, herêmî û navdewletî di çarçova dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê de bin. Di heman demê de, ji her du re rewangeha hevbeş hebe ji bo serederiya bi welatên derdorê re û çareserkirina aştiyane ji bo pirsgirêkên Kurd li beşên din ên Kurdistanê, ev jî di rêya rêzgirtina li berjewendiya hevbeş û cîrantiya hevbeş re.

 

11- Herdu alî pabend dibin bi rêzgirtina li maf û azadiya pêkhateyên netewî û olî yên Herêma Kurdistanê û amadekirina derfetan ji wan re ji bo beşdariyê di desthilatên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bikin.

 

12- Herdu alî yekhewlest in, ku teror metirsiyeke berdewam e li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê. Li ser vê bingehê jî bi siyaseta hevpeymaniya navxweyî, herêmî û navdewletî li dijî teror û tundrewiyê berdewam dibin.

 

13- Herdu alî yekhelwest dibin, ku kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringî bide dabînkirina derfetên kar, jiyana xelkê baş bike, xizmetguzariya zêdetir pêşkêşî welatiyên bike û rewşa mafên mirovan, mafên jinan û jîngehê baş bike.

 

14- Serokê Parlemantoyê û her du cîgirên wî li Parlemantoyê hevaheng û yekhelwest dibin, ev yek jî dê bandorê li karê parlemanî ya di navbera fraksiyonên PDK û YNKê bike û her du alî hevnêrîn in ku cîgirê duyem ê Serokê Parlemantoyê ji para pêkhateyan dibe û bi şêwir û hevahengî destnîşan dikin û hildibijêrin.

 

15- Herdu alî li ser wê yekê hevnêrîn in, ku ji aliyê darayî û dahat û xerciyên giştî yên Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi rêkxistinê heye, lewma bi rêya Parlemanto û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dubare rêkxistina yasayî û mueseseyan ji bo vî warî were kirin, bi awayekî ku bibe mayeya çespandina zêdetir a şefafiyet û dadperwerî û hevsengiya di îdarekirina dahat û xercî û samanên giştî yên welat.

 

16- Pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gor yasayên berkar di riya dezgehên destûrî û yasayên Herêma Kurdistanê re tên birêvebirin.

 

A- Li fermangeha pêwendiyan, nûneretiyên derve, şand, merasîm û boneyên protokolî, hevsengî û beşdariya herdu aliyan di hikûmetê de tê parastin.

 

B- Di xula pêncem a Parlemantoya Kurdistanê de rêkxistina yasayî ji pêwendiyên Herêma Kurdistanê re were kirin, bi awayekî ku Wezîrê Herêmê ji bo vê babatê were diyarkirin.

 

17- Her du alî wek yek tîm kar dikin ji bo bidawîanîna rewşa li ser Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê sepandî, ji bo vê armancê komîta bilind a hevbeş ji her du aliyan tê damezrandin ji bo piştevaniya Hikûmeta Herêma ji bo asayîkirina rewşê û cibicîkirina madeya 140 û çespandina destkeftên Kurd li wan navçeyan, li gor awayên li jêr:

 

A- Vekirina dosya taybet bi madeya 140 a destûra Iraqê û hemû riyên yasayî û îdarî li ser asta Kerkûk û Iraqê.

 

B- Vekirina dosya taybet bi asayîkirina rewş û jiyanê di hundirê Kerkûkê de.

 

C- Destnîşankirina parêzgarekî ji Kerkûkê re, di paşkoya vê rêkeftinê de dibe.

 

18- Pabendbûna her du aliyan bi vê rêkeftinê bi hemû xalan, piştevaniyê hikumraniyê li seranserî Kurdistanê ye û erkekî hevbeş e berdewamiya hevbeşiya rasteqîne diparêze û ji bo cibicîkirin û bidûvçûna naveroka vê rêkeftinê, komîteyeke hevbeş pêk tê û mehane, yan di dema pêwîst de dicive.  

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê              Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

 

04/03/2019                                                 04/03/2019

 

 

Paşkoya Rêkeftina Siyasî ya navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê

 

Li ser parêzgar û parêzgeha Kerkûkê

 

Li gel pêkanîna Hikûmeta Herêmê re, pêgavên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên Parêzgeha Kerkûkê bi danîna parêzgar ve jî, li gor rêkeftina navbera Birêz Mesûd Barzanî û Birêz Kosret Resûl di 3/3/2019an de dest pê dike

 

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê        Partiya Demokrat a Kurdistanê

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.