1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. PDKê: Divê aliyên Kurdistanî xwe yekalî bikin
PDKê: Divê aliyên Kurdistanî xwe yekalî bikin

PDKê: Divê aliyên Kurdistanî xwe yekalî bikin

A+A-

Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragehand ku, derbarê beşdarîkirin di kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de divê aliyên siyasî bi zûtirîn dem xwe yekalî bikin.

Li gor nûçeyeka malpera fermî ya PDKê Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragehandiye ku, pêwîste bi zûtirîn dem serokatiya parlamentoya Kurdistanê were helbijartin.

Sekreterê polîtburoya PDKê daxwaz ji aliyên siyasî kir ku, dest bi danûstandinan bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bikin û di demeke kurt de xwe yekalî bikin.

Li gor malpera PDKê daxuyaniyê Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di çarçoveya hevdîtina wî li gel konsulê Tirkiyê li Hewlêrê Hakan Karacayî de hat dayîn.

Herwiha malpera PDKê da zanîn ku, Hakan Karacayî bi armanca bihêzkirina pêwendiyên dîrokî û yên baş di navbera gel û hikûmeta welatê xwe de û gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî kir.  

Etiketler : ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.