1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. PDK: Xiyanetkarên 16ê cotmehê şermizarê dîrokê ne!
PDK: Xiyanetkarên 16ê cotmehê şermizarê dîrokê ne!

PDK: Xiyanetkarên 16ê cotmehê şermizarê dîrokê ne!

Berpirsekî PDKê xiyaneta 16ê cotmehê wek hêvinê şermizariyê bo grubeke xiyantkarên YNKê pênase dike.

A+A-

 

Berpirsê baskê 10ê yê PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand, milîsên Iraqê bi alîkariya grubeke xiyanetkar a 16ê cotmehê ve hewldan Hewlêrê dagir bikin, lê ji ber berxwedana Pêşmerge ew plan têkşika.

 

Elî Ewnî dibêje, têkşikandina tanka cureya Abramz a Amerîkî ji aliyê Pêşmerge ve, ku hêzên dagirker bikaranîn, bandoreke mezin li ser cureta hêzên Iraqê kir û bû sedemê ecêbmana artêşa Iraqê û Amerîkiyan.

Herwaha got, eger xiyaneta wê gruba nav YNKê neba û ew destana li Pirdê hate tomar kirin, li Kerkûkê jî hatiba kirin, wê demê hêzên dagirker bi temamî dê têkçûban û Kerkûk nedihate dagirkirin.

Herwaha Elî Ewnî ragehand, gruba YNKê ya xiyanetkar alîkariya hêzên dagirkerên Kurdistanê kirin û ew bûn şermizarê dîrokê û gelê Kurdistanê.

Herwaha got, destanê Pirdê ‘’Yek ji destanên herî mezin ê berxwedana hêza Pêşmerge ye’’ û got: ‘’Bê guman pêwîste çîroka wê destanê bi ava zêr di dîroka tekoşîna gelê kurd de bê nivîsandin.’’

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.