1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. PDK û YNKê rêkeftinekê îmze dikin
PDK û YNKê rêkeftinekê îmze dikin

PDK û YNKê rêkeftinekê îmze dikin

Peyamnêrê K24ê da zanîn, li gor amadekariyên tên kirin, piştî bidawîbûna civîna her du şandên PDK û YNKê, rêkeftinek dê bê îmzekirin.

A+A-

Peyamanêrê me xuya kir, “Li gor çend berpirsên PDK û YNKê yên ji civînê derdikevin, destnîşan dikin ku reşnivîsa rêkeftinekê amade kirine, civîn bi erênî birêve diçe û li ser nexşerêyekê bo Kerkûkê û destkeftên YNKê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştine rêkeftinekê û biryar e rêkeftinekê îmze bikin.”

Îro şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê li baregeha Polîtburoya YNKê civiyan û li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, di civînê de her du aliyan proje û hewlên xwe ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dosyaya Kerkûkê guftûgo dikin. Tê çaverêkirin jê ku ez civîn yekalîker be û her du alî bigihin rêkeftinekê.

Civîna îro ya PDK û YNKê piştî wê yekê tê, duhî Serok Barzanî pêşwazî li şandeke YNKê bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl û du endamên Polîtburoya wê partiyê kiribû û li gor daxuyaniyeke hevbeş, di wê civînê de tekezî li ser karê cidî û berdewamiya rêkeftinê kirin, bo damezrandin û bihêzkirina sazî û dezgehên Kurdistanê kirin

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.