1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. PDK û YNKê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin
PDK û YNKê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin

PDK û YNKê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin

Civîna herdu polîtburoyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bidawî hat û piştî civînê daxuyanieyeke hevbeş dan û têde hat ragihandin ku danûstandineke cidî û berhemdar di navbera wan de hat kirin.

A+A-

 

Îro Yekşemê (24.03.2019) şandên PDK û YNK ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê civiyan.

 

Civîna herdu şandên PDKê û YNKê li navçeya Pîrmam a Hewlêrê bi dawî hat ûd derbarê civînê de daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin.

 

Di daxuyaniya hevbeş a herdu polîtburoyan de hat ragihandin, ku civîna îro li Pîrmamê danûstandineke cidî û berhemdar di çarçoveya rêkeftina siyasî ya di navbera PDK û YNKê de hat kirin.

 

Herweha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin, ku îro ji bo hurgiliyên karê hevbeş, gavên baş avêtine û biryar hate standin di vê hefteyê de civîneke din li dar bixin daku herdu alî amadekariyên xwe bo serxistina proseya danûstandinê bikin.

Etiketler : , , , ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.