1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. PDK û YNK bi ”Lîsteya Kurdistanî” beşdarî hilbijartinan dibin
PDK û YNK bi ”Lîsteya Kurdistanî” beşdarî hilbijartinan dibin

PDK û YNK bi ”Lîsteya Kurdistanî” beşdarî hilbijartinan dibin

A+A-

Îro di civîneke çapemeniyê de serokê dezgeha hilbijartinan ya YNK-ê Şoriş Îsmaîl û serokê dezgeha hilbijartinan ya PDK-ê Cafer Îbrahîm ragihand ko herdu partî dê bi lîsteya ko navê wê “Lîsteya Kurdistanî” ye beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin.

Li gor Pukmediayê Şoris Îsmaîl di civînê de got:

— Tu merc di hevpeymaniya di navbera YNK û PDK-ê de nîne belkî ev hevpeymanî li ser bingehên hevbeş û tewafiqê û parastina berjewendiyên bilind yên herêma Kurdistanê hatiye pêkanîn.

Di heqê logoya Lîsteya Kurdistanî de Cafer Îbrahîm got:

— Maneya hespê spî azadî, resenî û wefadariya bo gel û welatî ye. Lîsteya Kurdistanî dê karî li ser sê xalan bike, ya yekê îstîqrara siyasî, ya duyê parastina ewlekariya herêma Kurdistanê û ya sêyê jî parastina berjewendiyên bilind yên herêma Kurdistanê ye.

Şoriş Îsmaîl jî got:

— Pêşbînî dikim bi piştevaniya welatiyan û terefdarên me em dikarin çar salên dî, piraniya kursiyên Parlamentoya Kurdistanê bi dest ve bînin û hikûmetê pêk bînin.

Duhî herdu polîtburoyên YNK û PDK-ê li hev civiyan û wan biryar da ko bi lîsteyekê beşdariyê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bikin.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.