1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. PDK-S: Siyaseta PYDê sedema rewşa niha ye
PDK-S: Siyaseta PYDê sedema rewşa niha ye

PDK-S: Siyaseta PYDê sedema rewşa niha ye

Berpirsê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Ismaîl dibêje: “PYDê bihaneyan dide destê Tirkiyê ku êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê bike.”

A+A-

 

Mihemed Ismaîl di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand:  “Tirkiye qebûl nake ku nîşanek ji desthilata PKKê li ser sînorê wê hebe, lewra gefa êrîşê dike.”

 

Ismaîl herwiha got, PYD guh nade yekrêziya hêz û aliyên Kurdî û ji ber siyaseta şaş ya PYDê, niha metirsiyeke mezin li ser deverê heye. Ew berpirsê PDK-Sê dibêje: “Nabe gelê Rojavayê Kurdistanê bibe qurbanê wê siyaseta şaş a PYDê.”

 

Mihemed Îsmaîl herwiha got, ew niha bi rêya têkiliyên xwe yên navdewletî û bi tevahiya îmkanên xwe hewl didin ku dever ji gef û metirsiyan bê parastin û got: “Gelê Kurd bi tevahî ji van gef û destêwerdanên Tirkiyê dilgiran e.”

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.