1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. PDK-ê û YNK-ê ji çar partiyên Kurdistanê re got yan şirîk bin yan jî mixalif bin
PDK-ê û YNK-ê ji çar partiyên Kurdistanê re got yan şirîk bin yan jî mixalif bin

PDK-ê û YNK-ê ji çar partiyên Kurdistanê re got yan şirîk bin yan jî mixalif bin

A+A-

Piştî ko dehê vê mehê herçar partiyên Kurdistanê, Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, di heqê rewşa Kurdistanê de raporek pêşkêşî raya giştî ya Kurdistanê kir, duhî polîtbîroya PDK-ê û YNK-ê daxuyaniyek li ser vê rapora herçar partiyan belav kir.

Hin cihên girîng ên li ragihandina polîtburoyên YNK û PDK-ê:

Ev çar partî baş dizanin ko xelkê Kurdistanê wê çendê fehm dikin ko yekek ji esesên sereke ên demokrasiyê hizra hilbijartina demokratîk qonaxa dawîn e û di hilbijartinê de jî piranî û kêmîne hene û piraniya her hilbijartinek li gor proje û baweriyên ko cemawer li ser rey dane îdareya welêt bi warên cihê ên aborî, kulturî, siyasî û civakî bi rê ve dibe û li gor nêrîn û qena’tên xwe gav diavêje ne ko li gor proje û bawerî û nêrîna ko di hilbijartinan de ser neketine. Ev jî ne dahênanek e ko me çêkiriye, belku ev qanûn û rê û rêzikên gişt welatên demokrat e di cihanê de.

Di cihekî din ê raporê de herçar partî bi navê cemawer diaxivin , xwe bi wekîlê gel dizanin û xwe wiha nîşan didin ko tenê ew xemxwarên Kurdistanê ne û eger ew dest jê bikişin dê birûxe.

Du partiyên îslamî digel du partiyên sekûler çawa yek bîr û qena’et çêbûye ji hêla siyasî û aborî û civakî ve. Wexta belavkirina vê raporê û awayê wê dibe ko beşek be ji propandaya hilbijartinan ne zêdetir.

Di karê wan partiyan de dualîtî heye, ji aliyek digel hikûmetê beşdar in ji aliyekî din ve jî xwe wek mixalefet dinumînin.

Her wek herçar partî di prosesa siyasî de di destpêka damezrandina hikûmeta herêmê de beşdar bûn an jî piştî damezrandinê beşdar bûne. Ev rapor nîşaneya wê çendê ye ko herçende beşdariyê di xêr û xweşiyan de kirine, herçar partî lêdixebitin xwe ji kêmasiyên li welêt hatine pêş, xelas bikin.

Her çar partî gunehê çaresernebûna arîşeyên heyî dixin stûyê YNK û PDK-ê û rola girîng û diyar ya serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê înkar(mandele) dikin ko di rewşa aloz ya Iraqê de karîne hekîmane îdareya tecribeya herêmê bikin.

Madeya 140-ê bi fişar û xebata serkirdayetiya siyasî di destûrê de hatiye bicihkirin û her ev du partî jî ji bo ew beşên niştîmana me ko di madeya 140-ê hatiye, gelek qurbanî dane û diyar e kê bergiriyê lê kiriye. Loma ev ji muzayede zêdetir ne tiştekî din de an na çawa diçû li Qahîreyê li tenişta caşên Kevin, xwefiroşên dijî kurd û mafên kurd, komnivîsa civîna madeya 140-ê mor dikir.

Her çar partî bi wezîr û parlamenter di hikûmet û parlamentoyê de beşdar in û herçar partî jî endamê civata yasayî ya Kurdistanê ne eger ji palnêrek zêdetir li pişt nivîsîna rapora wan û arestekirina bi raya giştî nebûya çima amade nebûn xal bi xal rapora xwe di wan navendan de gotûbêj li ser bihata kirin.

Di heqê şefafiyeta li budceya hikûmeta herêmê de jî, endamên parlamentoyê ên ser bi partiyên wan wek hemû endamên parlamentoyê budceya Kurdistanê li ber destê wan bû û pesend kiriye, lê baş dibû ko bo raya giştî ya Kurdistanê çavkaniya darayî ên hindekan ko ji welatên din werdigirin berçav xistibana û diviya pareyê ko hatiye serfkirin jî hatibaya diyarkirin ko çima hatiye wergirtin û ji bo çi hatiye serfkirin.

Serokatiya herêmê wek damezraweyeke qanûnî di herêmê de qanûneke taybet jê re hatiye derxistin, serokê herêmê jî li gor qanûnê hatiye hilbijartin û tu xal di wê qanûnê de an destûra Iraqê de amaje bi wê çendê nake ko serokê herêmê di maweya serokatiya herêmê de dev ji posta xwe ya hizbî berde û hêjayê gotinê ye serok Barzanî bi awayekî dadperwarane û bêlayenî erka xwe ya diyarkirî pêk tine û rêzeke taybet li kesateyî û aliyên siyasî û neteweyî û dînî digire.

Di heqê reformên biwarên cihê li hikûmeta herêma Kurdistanê û nehiştina gendeliyê de di çendîn civînên hersê serokatiyên herêmê de biryarên pêwîst hatine dayîn , civata wezîran jî komîteyeke taybet raporeke têrûtije li ser vê mijarê amade kiriye û kêmasî hatine destnîşankirin û wezîr jî beşdar in di vê komîteyê de.

Cemawer û civaka xelkê Kurdistanê haydar dikin ko ev rapor xwedizîn e ji berpirsiyariyan û progadaya hilbijartin û zêdekirina fişarên ko aliyên din dixin ser hikûmeta herêma Kurdistanê, e.

Em dilsoz û xemxorên Kurdistanê dilniya dikin ko dê berdewam bin di çespandina destkeftan û bidestxistina yên ko nehatine bidestxistin. Dê hewil ji bo bidestxistina aramî, serbilindî, bextewerî û civakeke sivîl bidin, ko tê de yek bi yekê xelkê vê Kurdistanê ji kurd, tirkmen, ereb, kildan, aşorî, hemû çîn û tebeqeyek û xwedî pîşeyek ji musliman, kiristiyan û êzdî, bikarin mafên xwe ên rewsa bikar bînin.

Diviya wan çar partiyan li ser wê pirensîba demokrasiya ko li Kurdistanê tê peyrew kirin, pir zûtir biryara xwe li ser beşdarîkirin yan paşdekişînê ji hikûmetê, bidaba. Zelalkirina kêmasiyan, tiştekî nû nîne û ev demek e wan, ew qena’et ji xwe re çê kirine û hewil didin vê yekê bikin qena’eta xelkekî din jî. Ev yek li cem me û xelê Kurdistanê veşartî nîne, lewre ya baş ew e ko yan xwe bidin ber kar û berpirsyariyan, yan li derveyî hikûmetê bimînin û wan wekû opozîsyonê projeyeke taybet bi xwe hebe, da ko xelkê Kurdistnê jî hikûmet û opozîsyonê ji hev cuda bike.

21/1 2009

Partiya Demokrat ya Kurdistanê
Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.