1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. PDK Bakur bi krîzeke siyasî re rû bi rû ye
PDK Bakur bi krîzeke siyasî re rû bi rû ye

PDK Bakur bi krîzeke siyasî re rû bi rû ye

Komek ji nava Partiya Demokrata Kurdistanê PDK Bakur, bi hinceta ku rêveberiya heyî biryarên kongreya 11'emîn pêk neanîne, li gorî vê biryarê di nava 6 mehan de partiyeke yasayî ava nekirine li Amedê civiyan û kongreya xwe li dar xistin.

A+A-

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK Bakur, bi krîzeke siyasî re rû bi rû ye.

 

Komek ji nava PDK Bakur delege kom kirin û bêyî serok û endamên meclisa PDK Bakur a heyî kongreya 12emîn pêk anîn.

 

Li gorî vê grûbê rêveberiya heyî biryarên kongreya 11emîn pêk neaniye û ji ber vê yekê wan ev kongre çêkiriye. Lê li gorî rêveberiya kongreya 11an, ev dek û dolabek e li ser PDK Bakur digere û dixwazin pêşiya xurtbûna PDKê bigrin.

 

PDK Tirkiye jî dibêje kongreya 12an korsan e û ew wan nas nakin. Tenê muxatabê me rêveberên kongreya 11an e.

 

Yek ji endamê delegeyên kongreya 12emîn a PDK Bakur Mustafa Kiliçarslan, dibêje delege û bingeha PDK Bakur nehiqûqiyê qebûl nekiriye û ji ber vê yekê biryara kongreyê daye.

 

Delegeyê PDK Bakur a Kongreya 12emîn Mistefa Kiliçarslan ji Rûdawê re wiha got: “Kongreya 11an de weke demeke 6 meh me da pêşiya rêveberiya ku hatiye hilbijartin da ku di vê demê de partiyeke yasayî pêk bîne. Eger pêk neyne, kongre dibêje di nava 45 rojan de divê kongreya 12emîn pêk bê. Piştî ku ew hiqûqa navxweyî hatiye binpêkirin, tabana PDK Bakur li hev hatiye, civînên xwe kiriye û kongreya xwe ya 12'emîn pêk aniye.”

 

Endamê Meclisa PDK Bakur ku hê jî xwe li ser kar dibînin, kongreya 12emîn rewa nabînin û dibêjin ew yekrêziya nava mala PDKê ji holê radikin û partiyê perçe dikin.

 

Endamê Meclisa Partiyê ya PDK Bakur Gazî Daş jî got: “Jixwe ne rewa ye. Ne ji niha de, 51 sal in PDK Bakur bi destên bi vî şeklî ji derve de, ji bo ku negihije armanca xwe ev lîstik tên lîstin û dê ev lîstik her hebin.”

 

Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê PDK Tirkiye jî ev salek e bi Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak re, ji bo avakirina yekitiyekî di nava hewldanê de ne. PDK Tirkiye jî vê kongreyê weke korsan bi nav dike û dibêje bi tu awayî ew wan muxatab qebûl nakin.

 

Serokê PDK Tirkiye Mihemed Emîn Kardaş jî wiha axivî: “Di pêvajoya ku yekitiyek di navbera PDK Bakur de pêk tê, di vê demê de ev kongreya ku hate lidarxistin nerast e.”

 

PDK Bakur di Tîrmeha 2016an de li Hewlêrê kongreya 11emîn pêk anîbû û biryar dabû ku li Tirkiyeyê partiyeke yasayî ava bikin û yekrêziya nava mala PDKê pêk bînin. Lê bi hinceta Rewşa Awarte serlêdana fermî ya partiyê nekirin. 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.