1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Partiya DEVA kongreya xwe li Amedê saz dike
Partiya DEVA kongreya xwe li Amedê saz dike

Partiya DEVA kongreya xwe li Amedê saz dike

A+A-

Partiya Demokrasî û Pêşketinê DEVA dê sibê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kongreya xwe lidar bixe, ji bo ku stafê xwe yê li wê parêzgehê diyar bike.

Serokê Partiya DEVA, Alî Babacan sibe bi xwe jî serdana Amedê dike û destpêkê  dê bi bazirgan û rêxistinan re bicive, herwiha dê serdana Sûra Amedê jî bike.

Rojek piştî Amedê, Partiya DEVA dê li parêzgeha Êlih a Bakurê Kurdistanê jî kongreya xwe saz bike.

Partiya DEVA heta niha li 52 bajar û 207 bajarokên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê karê xwê yê rêxsitinê temam kiriye û stafên xwe li wan deran diyar kiriye.

Alî Babacan yek ji damezrînerê AK Partî bû û bo dema 3 xûlan parlementerê wê partiyê bû, herwiha postên wî yên wezîr, cîgirê serokwezîr û şêwirmedê pilebilind hebûne.

Babacan di 8 Tîrmeha 2019an de dest ji AK Partiyê berda û di 9 Adara îsal de partiya xwe, Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) damerzand.

Li gor rapirsiyên ku ji par ve heta niha li Tirkiyê hatine kirin, partiya Ali Babacan dengekî pir kêm di hilbijartinên wî welatî de bi dest dixe û rêjeya dengên wê partiyê di navbera ji sedî 1 heta ji sedî 3 tê nîşandan.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.