1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Parlementerekî Îranê: Tenê li Qomê 50 kes ji ber Koronayê mirine!
Parlementerekî Îranê: Tenê li Qomê 50 kes ji ber Koronayê mirine!

Parlementerekî Îranê: Tenê li Qomê 50 kes ji ber Koronayê mirine!

A+A-

Parlementerekî Îranê ragihand, heta niha tenê li bajarê Qom yê Îranê 50 kes ji ber nexweşiya Koronayê mirine!

Parlementerê Îranê û nûnerê bajarê Qomê li parlementoyê, Ehmed Emîr Abadî Ferahanî ragihandiye, zêdetirî sê hefteyan e nexweşiya Koronayê li bajarê Qomê belav bûye lê hikûmetê dereng ev yek eşkere kir!

Ferahanî daye zanîn, heta niha herî kêm 50 kes li Qomê ji ber Koronayê mirine û herî kêm 250 kes jî pê ketine û di bin çavdêriyê de ne!

Wî parlementerê Îranê hikûmet bi wê yekê tohmetbar kir ku li hember nexweşiya Koronayê xemsar e û tedbîrên pêwîst nagire.

Agahiyên wî parlementerî di demekî de ne ku li gorî amarên fermî, heta niha tenê 12 kesan li Îranê ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane û 47 kes jî pê ketine.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.