1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Parlamentoya Kurdistanê paketa reformê pejirand: Hêzên Pêşmerge dibin yek
Parlamentoya Kurdistanê paketa reformê pejirand: Hêzên Pêşmerge dibin yek

Parlamentoya Kurdistanê paketa reformê pejirand: Hêzên Pêşmerge dibin yek

Parlamentoya Kurdistanê pakêta reformê ya teqawût, karkerî û yekbûna hêzên Pêşmerge ku ji 13 madeyan pêk tê pejirand.

A+A-

 

 

Serokê Grûba PDKê yê Parlamentoya Kurdistanê Omîd Xoşnav di axaftina xwe de ragihand ku parlamentoyê pakêta reformê ku ji 13 madeyan pêk dihat û di nav de parastina mafê teqawût û karkeran û yekbûna hêzên Pêşmerge jî hebû pejirand.

 

Omîd Xoşnav di berdewamiya axaftina xwe de got: "Lîsteya şehîd û girtiyên siyasî hat nûjenkirin, kesên ku bi rêyên derqanûnî teqawût bibûn hatin tespîtkirin û yên ku meaşê wan ê zêde bû hat kêmkirin û yê kêm jî hat zêdekirin. Li Kurdistanê dewra dumeaşiyê bi dawî bû."

Xoşnav di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di nava madeyên paketa reformê de xala herî girîng yêkbûna hêzên Pêşmerge yên 70 û 80 ye. Ev ji bo yekbûna hêzên pêşmergeyên Kurdistanê gaveke pir girîng."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.