1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Parlamentoya Kurdistanê ji bo bersivdana Bexdayê civiya
Parlamentoya Kurdistanê ji bo bersivdana Bexdayê civiya

Parlamentoya Kurdistanê ji bo bersivdana Bexdayê civiya

A+A-

Parlamentoya Kurdistanê ji bo bersivdayîna biryarên Bexdayê yên piştî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê civya. Beriya civînê Sekreterê Parlamentoyê Ferxedîn Qadir dest ji kar kişand.

Piştî, ku Parlamentoya Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê rêze biryar derxist û geştên esmanî yên firokexaneyên Herêma Kurdistanê da sekinandin, Parlamentoya Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina vê mijarê, di bin serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoyê Cefer Êmînkî de civya.

Seroka Lîjneya Karûbarên Yasayî ya Parlamentoyê Vala Ferîd ji Rûdawê re ragihand, ku parlamento li ser bersivdana biryarên bexdayê dicive û ji ber vê jî hemû fraksiyon hatine vexwendin.

Beriya rûniştina parlamentoyê Sekreterê Parlamentoyê Ferxedîn Qadir, ku ji pişka Komela Îslamî ye, bi daxuyaniyeke rojnamevanî dest ji kar kişand.

Serokê Fraksiyona Komela Îslamî Merwan Gelalî ji Rûdawê re got: “Em dê ji bo bersivdana Ebadî werin parlamentoyê lê emê tevlê rûniştinê nebin. Em dixwazin eşkere bikin biryarên hikûmeta Bexdayê yên li dijî Kurdistanê qebûl nakin.”

Parlamenterên Tevgera Goran jî beşdarî rûniştinê nebûn. Parlamenterê Goran Bêstûn Fayiq got, ku wan boykota xwe ya nehatina parlamentoyê neşkînandine.

Hêjayê gotinê ye, ku roja 28ê Îlonê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê biryar û sizayên hikûmeta Bexdayê yên li dijî Kurdistanê bi neyasayî û ne destûrî binav kiribû û ragihandibû, ku ew van biryaran rast nabînin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.