1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Parlamentoya Iraqê piştî hilbijartinan cara yekem kom bû
Parlamentoya Iraqê piştî hilbijartinan cara yekem kom bû

Parlamentoya Iraqê piştî hilbijartinan cara yekem kom bû

A+A-

 

Li Iraqê piştî hilbijartina 12ê Gulanê parlamentoyê rûniştina xwe ya yekem îro pêk anî. Di axaftinên li parlamentiyê qet behsa Kurdan nehat kirin.

Endamê parlamentoyê yê herî bi temen Muhammed Elî el Zeynî di rûniştina yekem de serokatiya parlamentoyê kir û Serokkomar Fûad Masûm, Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokê Parlamentoyê yê berê Selîm Cûbûrî di civîna yekem de amade bûn. Parlamentoya Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê û parlamenterên nû dê sond bixwin û serok û cîgirên serokên parlamentoyê dê werin hilbijartin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî endamên nû yên parlamentoyê pîroz kirin û daxwaz ji wan kir ji bo pêkanîna hikûmetê bibin alîkar.

Serokkomar Fûad Masûm jî ragihand ku vebûna parlamentoyê di heyamekê de ye ku gel li dijî terorê serkeftinek bidestxistiye û got ku ev destkeftiyeke mezin e.

Hêjayî gotinê ye ku di axaftinên li parlamentoyê qet behsa Kurdan nehat kirin.

Ji sala 2005an û vir ve postê serokkomriyê bo Kurdan, postê serokatiya meclîsê bo Sunneyan û Serowezîrtiyê jî bo Şîeyan dimîne.

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.