1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Parlamentoya Iraqê îro biryarên Dadgeha Federalî dinirxîne
Parlamentoya Iraqê îro biryarên Dadgeha Federalî dinirxîne

Parlamentoya Iraqê îro biryarên Dadgeha Federalî dinirxîne

A+A-

 

Biryar e îro parlamentoya Iraqê bicive û biryarên Dadgeha Federalî yên derbarê hilbijartinên 12ê Gulanê de gotûbêj bike.

 

Endamê parlamentoya Iraqê, Adil Nûrî ji Rûdawê re ragihand, ku biryar e êvara îro parlamento bicive û biryara Dadgeha Fedralî ya derbarê hilbijartinan û biryara parlamentoyê ya têkildarî encamên hilbijartinan gotûbêj bike.

 

Adil Nûrî herwiha got, di civîna îro de dê karvedanên biryara Dadgeha Federalî ya derbarê hilbjiartinên parlamentoyê de jî bihêne gotûbêjkirin.

 

Dawiya vê mehê dê temenê yasayî yê vê xûla parlamentoya Iraqê bi dawî bibe û tenê 8 roj ji temenê xûla sêyem a parlamentoyê mane.

 

Adil Nûrî bal kişande ser wê yekê jî, ku dibe heta 30ê vê mehê, komisyon nikaribe karên xwe temam bike, ku dadgeh jî encamên hilbijartinan erê bike.

 

Bi gotina Nûrî, eger heye ku di civîna îro ya parlamentoyê de xwandina yekem ji bo projeyasayekê bihê kirin, heta ku parlamento bikaribe li ser karên xwe berdewam be.

 

Wî endamê parlamentoya Iraqê herwiha tekez kir, ku biryar e roja Yekşemê xwandina duyem ji wê pirojeyasayê re bê kirin û roja Çarşemiyê jî bihê erêkirin.

 

Encûmena Komîsyaran a Komîsyona Bilinda Hilbijartinan a Iraqê doh pênşemiyê bi amadebûna hemû wan dadwerên ku ji bo îdarekirina karê komîsyonê hatine destnêşankirin, civiya û di civînê de pilana cîbicîkirina yasaya sererastkirina sêyem a yasaya hilbijartinên Iraqê hate destnîşankirin. Ew yek jî li gorî biryara ku Dadgeha Federalî derxistiye.

 

Di civînê de biryar hate dayîn ku roja Şemiyê hemû karmendên Komêsyonê dewamê bikin û dest bi hejmartina dengan bi dest tê kirin.

 

Piştî nerazîbûna çend lîstên beşdar di hilbijartinên parlemanî yên Iraqê de, parlamentoya wî welatî bi amadebûna 173 parlamenteran biryar da, ku dengên di hilbijartinên parlamentoyê de bi dest bihêne cudakirin û hejmartin, çimku çend aliyên nerazî guman li ser sîstema elektronîkî ya dengdanê û encamên hilbijartinan hene. Parlamentoya Iraqê di heman civîna xwe yasaya hilbijartinan a wî welatî bo cara sêyem sererast kiribû.

 

Doh pênşemî 21ê Hezîrana 2018ê jî Dadgeha Federalî ya Iraqê biryar li ser wê yasaya nû ya parlamentoyê da û ragihand, biryara parlamentoyê ya ji bo hejmartina dengan bi dest yasayî ye, lê belê biryara taybet bi hilweşandina dengdana taybet li Herêma Kurdistanê, dengdana derve û dengdana awareyan, neyasayî û nedestûrî ye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.