1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Parlamenterê HDPê: 'PKK ji agirbesteke xurt re amade ye'
Parlamenterê HDPê: 'PKK ji agirbesteke xurt re amade ye'

Parlamenterê HDPê: 'PKK ji agirbesteke xurt re amade ye'

Parlamenterê HDPê Hişyar Ozsoy, di bernemekîdê axivî got: 'PKKê agirbesteke xurt re amade ye, AKP şer de israr dike.'

A+A-

Hişyar Ozsoy di axaftina xwe de ragihand ku bindestên li Kurdistan û Tirkiyeyê di bin sîwana HDP'ê de yekîtiya demokratîk ava kirin, bi 80 parlamenteran cihê xwe di Meclîsê de girtin û got, "Lê belê, dema em weke nûnerên gel diketin hundirê parlementê, Erdogan rahiştibû ço û li ber derî sekinîbû."

Ozsoy da xuyakirin ku Erdogan ê di dema 7'ê Hezîranê de ol ji xwe re kir amûra propagandayê, niha jî alê bi kar tîne û diyar kir ku ti pirsgirêka HDP'ê bi sembolan re nîne.

Ozsoy anî ziman ku AKP bi konsepta xwe ya şer re, bi qasî ku sivîlan qetil bike êrîşî Kurdan dike û destnîşan kir ku nerazîbûna civakê ya li vê yekê, roj bi roj zêde dibe.

Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy da xuyakirin ku PKK'ê diyar kiriye ku ew ji agirbesteke zexmkirî re amade ye, lê tevî vê ekê AKP di şer de israr dike û xwest, agirbesta dualî demek ji ya din zûtir bê ragihandin.

 

Sputnik

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.