1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Parlamenterê AKP-ê Ihsan Arslan ji ya xwe nayêt xwarê
Parlamenterê AKP-ê Ihsan Arslan ji ya xwe nayêt xwarê

Parlamenterê AKP-ê Ihsan Arslan ji ya xwe nayêt xwarê

A+A-

Dozgirê mezin yê Komara Tirkiyeyê yê li Diyarbekirê di heqê gotinên parlamenterê AKP-ê yê Diyarbekirê Ihsan Arslanî de, ko berî hilbijartinan behsa realîteya hebûna PKK-ê û rêberê wê Abdullah Ocalanî kiribû, dest bi tehqîqatê kir.

Ihsan Arslan 29-ê adarê de li Diyarbekirê beşdarî bernameya televizyoneka herêmî bûbû û gotibû:

— Hîç kesekê ko behsa çareseriya pirsa kurdan bike nikare DTP, PKK û Ocalanî neyî bihesibîne.

Dozgirê mehkemeya tirkan li ser vê yekê tehqîqat li dijî Ihsan Arslanî vekir û Ihsan Arslan jî li gotinên xwe xwedî derket û got:

— Ez li pişt wan gotinên xwe me. Ji ber ev 30 sal e ko ew neyî tên hesibandin û lewra jî problem çareser nabe. Ne Ocalan û ne jî PKK dikarin neyî bên hesibandin. Ev realîteyên Tirkiyeyê ne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê em nikarin wan neyî bihesibînin. Di vê çarçoveyê de ez çi bibêjim ez li pişt gotinên xwe me. DTP, PKK û Ocalan neyî nayên hesibandin. Aşkera y eko bi neqebûlkirinê van 30 salan pirsgirêk çareser nebû. Divêt êdî em bi tarîxa xwe re rûbirû bibin.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.