1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. PAKÎSTANÊ ÎTÎRAF KIR KU DOSTANIYA EMERÎKAYÊ XUSARÊ DIDE WAN
PAKÎSTANÊ ÎTÎRAF KIR KU DOSTANIYA EMERÎKAYÊ XUSARÊ DIDE WAN

PAKÎSTANÊ ÎTÎRAF KIR KU DOSTANIYA EMERÎKAYÊ XUSARÊ DIDE WAN

Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê Hace Muhammed Asif got: Emerîka li Afganîstanê têkçûye û ji bo ku vê têkçûna xwe veşêre Pakîstanê bi pişgiriya terorîzmê suçdar dike.

A+A-

 

 

Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê Hace Muhammed Asif got: Dostaniya 16 salîya Emerîkayê ji xusarê pêve çi tişti nedaye Pakîstanê.Niha têkiliyên Pakîstan û Emerîkayê ne di rewşeke normal da ne.

Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê Hace Muhammed Asif got: Emerîka li Afganîstanê têkçûye û ji bo ku vê têkçûna xwe veşêre Pakîstanê bi pişgiriya terorîzmê suçdar dike.

Piştî ku têkiliyên Yekîtiya Dewletên Emerîkayê û Pakîstanê xirab bun Pakîstanê nehêla nunerê taybet yê Afganîstan û Pakîstanê yê Emerîkayê were Pakîstanê.

Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê Muhammed Asif ji bo Geo Tv yê daxuyaniyek da û got: Emerîka ji bo têkçûnên xwe yên Afganîstanê bila Pakîstanê neke gunehkar.Şerê me yê li hemberî terorîzmê bi biryare û bê şike.

Serokê Yekîtiya Dewletên Emerîkayê Donald Trump doh stratejîya Afganîstanê ya nu aşkera kir û Pakîstan rexne kir, got: Divê tekoşîna li hemberî terorîzmê dewam bike, Pakîstan mazûvanîya milîtanan û talîbani dike.

Wezîfedarên Yekîtiya Dewletên Emerîkayê dibêjin alîkariya ji bo Pakîstanê tê kirin wê bê qut kirin û sitatuya Emerîkayê ya xeynî NATO yê daye Pakîstanê wê were wergirtin. Bi vê rewşê ve Pakîstan dê mecbur be zêdetir alîkariyê bide ku şerê Afganîstanê xelas be.

♦ ufkumuzhaber/kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.