1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Operasyonên rejima Sûriyê dewam dikin
Operasyonên rejima Sûriyê dewam dikin

Operasyonên rejima Sûriyê dewam dikin

Ligor medya dewleta Sûriyê û Çavdêriya Sûrîyê ya Mafên Mirovan hêzên hikûmeta Sûriyê îro yekşemê careke din gundê Kifar Nabûde yê bakurê rojavayê Idlibê kontrol kirine.

A+A-

 

Ajansa Sanayê ya Sûriyê gotiye hêzan wan berî nîvro gundê Kifar Nebûd ji destê çekdaran derxistine û wan her wiha jimarek endamên Al-Qaîdeyê jî desteserkirine

 

Hêzên hikûmetê berê di roja 8 mehê de gundê Kifar Nabûde kontrol kiribû lê hêzên opozisyonê roja çarşema borî dîsa destê xwe dabû ser.

Gund li qeraxa başûrê rojavayê parêzgeha Idlibê dikeve ku bingeha sereke û dawî ya hêzên opozisyonê ye.

Çavdêriya Sûrîyê gotiy hêzên hikûmetê bi dehan êrîşên esmanî û bermîlên bumbekirî û top ji bo kontrolkirina gund bikar anîne. Herwiha di encama operasyona Kifar Nabûde 28 mîlîtan û her wiha 16 ji hêz û çekdarên alîgirên hikûmeta Sûriyê hatinea kuştin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.