1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Operasyona Kerkûkê destpê kir: 12 gund azad kirin
Operasyona Kerkûkê destpê kir: 12 gund azad kirin

Operasyona Kerkûkê destpê kir: 12 gund azad kirin

Îro danê sibehê hêzên pêşmergeyan bi alîkariya balefirên hêzên hevpeyman, ji bo rizgarkirina gundên başûr û rojavayê bajarê Kerkûkê ji destê DAIŞê operasyonek dan destpêkirin.

A+A-

Hêzên Pêşmerge di operasyona îro de heta niha 12 gund girtine û tenê 22 km ji navçeya Hewîce ya başûrê Kerkûkê dûr in.


Sekreterê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji eniya şer ji Rûdawê re ragihand: "Heta niha 12 gund hatine girtin. Me pilana girtina 19 gundan daniye. Heta niha şer berdewam e."

 

Mihemed Hacî Mehmûd wiha got: "Tevî ku niha ti pilana me bo girtina Hewîye tune ye, lê ew navçe niha 22 km dûrî me ye."

 

Derbarê amarên qurbaniyên şer, Hacî Mehm wiha domand: "Şehîd û birîndarên me hene, lê hejmar heta niha nediyar e. Li gundê Mensûriye, ku niha ala Kurdistanê li ser hatiye bilindkirin, 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin."



 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.