1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ocalan: Çareserî li cem min e
Ocalan: Çareserî li cem min e

Ocalan: Çareserî li cem min e

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan radigihîne, heger hikûmeta Tirkiyê derfetê bide wî, ew riyên çareseriyê vedike.

A+A-

Mehmet Ocalan ji bo hevdîtina cejnê çûbû girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe Abdullah Ocalan kiribû û naveroka hevdîtina xwe eşkere kir.

Ocalan dibêje, li Tirkiyê riyên çareserkirina pirsa Kurdî xetimî ne. Lê heger hikûmeta Tirkiyê derfetê bide wî, ew dikare vê rêyê veke.

Herwiha Ocalan amaje bi wê dike, bi şer û mirinê pirsa Kurdî çareser nabe. Divê him hikûmeta Tirkiyê, him jî PKK rêbazên nû yên çareseriyê peyda bikin.

Ocalan li ser Rojavayê Kurdistanê jî axivî û diyar kir, ji bo azadiya xelkê Rojavayê Kurdistanê zêdetir têkoşîna were kirin. Ev têkoşîn divê bi hemû xelkên Sûriyê re were kirin. Ji bo yekîtiya Sûriyê, hemû xelkên wî welatî divê jiyana hevbeş bi hev re ava bikin. Ger ji bo vê armancê biser bikevin ti hêz nikare dawiya wan bîne. 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.