
Obama li Bexdayê digel rêberên kurd civiya û got bila iraqî bi kêrî xwe bên
Serokê Emerîkayê Barack Obama duhî ji nişkê ve ji Tirkiyeyê hat Bexdayê û digel serokkomarê Iraqê Celal Talebanî, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî cida cida civiya û got divêt iraqî bi xwe mesûliyeta welatê xwe li xwe bigirin.
Barack Obamayî behsa sistiya reformên ko li Iraqê tên kirin jî kir û ji eskerên emerîkî re got wan karekê fedaiyane kiriye û demokrasî li Iraqê binecih kiriye. Barack Obamayî ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re got çavê Emerîkayê ne li serwet û samana Iraqê ye û lewra Emerîka dixwaze hêzên xwe yên li Iraqê kêm bike.
Berî hatina xwe ya Iraqê Barack Obamayî li Tirkiyeyê got Emerîka wekî mitefiqeka Natoyê piştgiriya yekîtiya axa Tirkiyeyê dike û naxwaze ko dewleteka kurdî jî li Tirkiyeyê ava bibe lê belê divêt kurd bikarin mafên xwe yên mînorîtebûnê û yên kulturî bijîn û bi kar bînin.
Di civîna digel serokê DTP-ê Ahmet Turkî de Barack Obamayî got divêt kurd û nemaze PKK dest ji bikaranîna şidetê berdin û got sempatiya wî ji miletê kurd re heye.
Iraqa piştî Sedam Hisênî hêj safî nebûye û kurd û ereb jî li ser desthilatê, petrolê, Kerkûkê û gelek meseleyên dî li hev nakin. Barack Obamayî li Tirkiyeyê behsa Iraqê kir û got ew naxwaze Iraqê di nêv kaosekê de bihêle û wisa eskerên xwe ji wî welatî derxe û got herçend ew berê li dijî hebûna eskerên emerîkî li Iraqê bû jî niho ew berpirsiyariya xwe dizane û lewra derketina bi yekcarî di rojevê de nîne.
» Obama û Talebanî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.