1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. NYT: Dibe ku biryara bijartina zû bandoreke berevajî pêk bîne
NYT: Dibe ku biryara bijartina zû bandoreke berevajî pêk bîne

NYT: Dibe ku biryara bijartina zû bandoreke berevajî pêk bîne

A+A-

 

Qezeteya New York Times (Nîwyork Taymis)a DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) li ser bijartinan nivîseke nirxandinê weşand. Di nivîsê de tê gotin ku dibe ku biryara bijartina zû bandoreke berevajî pêk bîne.

 

Di nivîsa ji alîyê Carlotta Gall-ê ve nivîsandî de tê gotin ku ji alîyê dijberîyê-muxalefetê ve hevkarîyeke ‘kêmdîtî’ hatiye çêkirin û ev awa ji bo jinûvebijartina Erdoxanî zeḥmetîyekê peyda kiriye.

Nayê zanîn ka dê desthilata wî dewam bike yan neke

Di nivîsê de tê gotin ku “Erdoẍan hê jî li Tirkîyeyê siyasetmedarê herê navdar” e û dê bijartin dîyar bikin ka dê desthilata Erdoẍanî dewam bike yan na.

Di nivîsê de li ser gotina Mûḥerrem Înceyê namzedê CHP-ê yê serekdewletîyê ya bi awayê “ez ji bo guhartinê hîvîyeke mezin dibinim” hat rawestîn.

NYT-yê got şîrketên lêpirsînê û nirxandêr li hêvîyê ne ku bijartin “gelek nêzî hev bibuhurin” û Erdoẍan naxwaze bijartin bimînin tûra didoyê.

Dijberî-muxalefet ev cara pêşîn e rêxistî ye

Di nivîsê de tê gotin ku dijberî ev cara pêşîn e ji bo bi awayekî serbest jimartina hemû rayan tevgerekê li dar xistiye û dibe ku ev awa rê li ber sextekarîyên rayî bigire.

Înce li dijî Erdoẍanî reqîbekî caddî ye û eger ew bimînin tûra didoyê, dê partîyên din ên dijberîyê jî Înceyî destek bikin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

            

Etiketler : , , ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.