1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. NY ji ber tofana mirovahîyê ya li Yêmenê hişyar kir
NY ji ber tofana mirovahîyê ya li Yêmenê hişyar kir

NY ji ber tofana mirovahîyê ya li Yêmenê hişyar kir

A+A-

 

Stéphane Dujarric (Stêfan Duheẍêk)ê berdevkê sekreterê tevahîya Neteweyên Yekbûyî (NY) got ewher roj hişyar dikin ku dê li Yêmenê tofaneke mirovahîyê-însanî rû bide. Ew niha jî dîsa hişyar dikin ku eger li dora bajarê Ḥedîdeyê şerê wek niha dewam bike ew ê ji gelê Yêmenê bibe sebebê encamên dijwar.

 

Li yêmenê li eyaleta Ḥedîdeyê di nava alîyên şerkir de dan û standin dewam dikin. NY ji bilî van bi rejima Siʕûdîyê re ji bo ji nû ve destpêkirina dan û standinên aştîyê û ji gelê Yêmenê re birina alîkarîyê dide û distîne.

Krîza mirovahîyê ya li Yêmenê ji alî NY ve bi caran hat dîyarkirin. Lê ev hişyarî ji alîyê rejima Siûdîyê û dewletên Rojava ve tên paşguhkirin.

Û herweha dewletên Rojavayî desteka eskerî û ya barkirinê didin rejima Siûdîyê û dibin şirîkên vî gunehî.

Û ebûqatên Wezîrîya derve ya Emerîkayê nivîsekê nivîsîne û gotine birêvebirîya Emerîkayê ardû dide teyareyên şerî yên Siûdîyê û hin alîkarîyên din dike. Û dibe bi vî awayî ew bibin nîvekarê binpêkirinên mirovahîyê.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.