1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. NY: Heta 2030 nêzîkî 700 milyon kes dê ji ber hişkesaliyê koç bikin
NY: Heta 2030 nêzîkî 700 milyon kes dê ji ber hişkesaliyê koç bikin

NY: Heta 2030 nêzîkî 700 milyon kes dê ji ber hişkesaliyê koç bikin

A+A-

Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide, ku heta sala 2030yê tê texmînkirin 700 milyon kes ji ber hişkesaliyê koç bikin. Di heman demê de 216 milyon kes jî welatê xwe bicî bihêlin.

Deştên navçeya Garonî yên bakurê Somaliyê bi hişkesaliyeke dijwar re rûbirû maye.

Cotyaran, zerareke mezin dîtine, li gor gotina wan, beşeke wan %80yî kêlgehên çandiniyê jidest dane.

Cotyar Fewziye Selah  dibêje “Hişkesaliyê bandoreke tund li cotyaran kir. Ew bîrên ku me pê erdên xwe av didan, niha miçiqîn. Berî werza çînînê me dexlûdanekî zêde jidest da.”

Neteweyên Yekbûyî ragihand, li Somalî, Kenya, Etiyopyayê ku wek welatên qoçê Efrîqayê tên binavkirin 15 milyon kes di bin bandora hişkesaliyê de ne.

Herwiha Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya dawî de li cîhanê derbarê hişkesaliyê de dibêje, sala 2022ê li cîhanê zêdetir ji 2.3 milyar kesan rûbirûyê qeyrana avê bûne û li wan navçeyên pirsgirêka avê lê hebûye 160 milyon zarok hebûne.

Li aliyê Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide, ku heta sala 2030yê tê texmînkirin 700 milyon kes ji ber hişkesaliyê koç bikin. Di heman demê de 216 milyon kes jî welatê xwe bicî dihêlin.

Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike, hişkesalî heta sala 2050yî bandorê li %75ê cîhanê dike. Di demekê de niha di salekê de herî kêm bo mehekê 3.6 milyar kes li cîhanê rûbirûyê kêmaviyê dibin. Tê çaverêkirin heta sala 2050yî ev hejmar bo 5.7 milyar kesan zêde bibe.

Parzemîna Ewropayê jî ji bandora hişkesaliyê bêpar nemaye. Li navçeya Lvareti ya li bakurê Fransayê Robin Lacho, ji bo avdana kêlgeha xwe bi kişandina xortimê re mijûle. Hişkesaliyê wiha kiriye, ew genimê bi salane bi baranê dihat avdan, niha bi destan av bide.

Cotyar Robin Lacho got “Em hêvî dikin, êdî di vê dema salê de em genimê xwe av nedin. Lê eger niha av nedin, berhema me %50 kêm dibe.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, parzemîna Ewropayê di 100 salên borî de 45 caran rûbirûyê hişkesaliyê bûye û dibêje hişkesalî salane bi awayekî navendî bandorê li %17yê nişteciyên Ewropayê dike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.