1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Nûnerên Kurdistanê û çend bajarekî Iraqê budceya 2019ê dê red bikin!
Nûnerên Kurdistanê û çend bajarekî Iraqê budceya 2019ê dê red bikin!

Nûnerên Kurdistanê û çend bajarekî Iraqê budceya 2019ê dê red bikin!

A+A-

 Nûnerên Herêma Kurdistanê û çend bajarekî Iraqê yên li parlamentoya Iraqê, projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2019ê dê red bikin.

Parlamenterê PDKê Ehmed Sefar ji BasNewsê re ragehand, projeyasaya budceya 2019ê mafê gelê Kurdistanê binpê kiriye.

Ehmed Sefar ragehand, eger beşa budceya herêma Kurdistanê wek li destûrê de ku sedî 17 hatiye diyar kirin, careke din paşde neyê wegerandin, wê demê parlamenterên kurd deng dê nedin projeyasayê û dê projeyasayê red bikin.  

Li gor zanyariyên berdest, îro 10.11.2018ê nûnerên parêzgehên Necef û Kerbelayê beyanameyek hevbeş dane û ragehandine ku projeyasaya budceya Iraqê dê red bikin, ji ber pêwîstiyên wan her du parêzgehan di projeyasayê de nehatiye bicîh kirin.

Berî naha jî nûner û berpirsên parêzgeha Nînowa ragehandibûn ku di amadekariya projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2019ê de daxwazên xelkê Nînowa û pêwîstiyên wê parêzgehê li berçav nehatiye girtin.  

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.