
Nûnerê PDKê: Xêra kurdan di çi de be, bila ew be
Nûnerê PDKê yê li Enqerê Umer Mîranî li ser referanduma Tirkiyê axivî
Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Tirkiyê Umer Mîranî ragihand, di referanduma guhertina destûra Tirkiyê de, divê kurd li gor berjewendiyên xwe helwesta xwe nîşan bidin.
Umer Mîranî li ser referanduma Tirkiyê ya ku dê 16ê Nîsanê de were lidarxistin ji Rûdawê re diyar kir, divê kurd, beriya her tiştî li gor berjewendiyên xwe helwesta xwe nîşan bidin û aşkere kir, eger ‘Na’ ji bo berjewendiya gelê kurd be, bila bêjin ‘Na’. Lê eger berjewendiya kurdan bi gotina ‘Belê’ be, bila bêjin ‘Belê’.
Li ser hêviyên destpêkirina pêvajoya aştiyê jî Mîranî destnîşan kir, nabe ku mirov bêhêvî be û deriyên xwe bigre û got: “Bi nêrîna min ‘Nexêr’ çi menfîet têda nînin û îhtîmal e Tirkiye aloztir bibe. ‘Erê’ îhtîmalek heye, şansek heye careke dî vegerin bo danustandinan, bo aştiyê.”
Herwiha Umer Mîranî diyar kir, ku ew weke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo miletê Tirkiyê hêviya xêrê dikin.
Li ser piştgirî û serdana partiyan jî Mîranî amaje bi wê yekê kir, ku bi awayekî fermî neçûne serdanan, lê endamên HDP, CHP û AK Partiyê dibînin û têkiliya wan bi wan re hene.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.