1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Nûnerê Partî li Misrê:Gelek welatên Ereb li gel çarenivîsa gelê Kurd re ne
Nûnerê Partî li Misrê:Gelek welatên Ereb li gel çarenivîsa gelê Kurd re ne

Nûnerê Partî li Misrê:Gelek welatên Ereb li gel çarenivîsa gelê Kurd re ne

A+A-

Nûnerê PDKê li welatê Misrê Şêrko Hebîb behsa nêrîna welatên Erebî li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand ku gelek welat ji wan ligel mafê diyarkirina çarenivîsa Kurdan e û tekez jî kir ku hewlên Serok Barzanî bo paşeroja Kurdistanê pir girîng in.

Şêrko Hebîb ji malpera KDP re ragihand: “Di nava welatên Erebî de nêrînên cuda li ser pirsa Kurdî hene. Lê li ser asta deselatan de, gelek welat û deselat îtîrafê bi mafê çarenivîsa Kurdan dikin. Herwiha Serok Barzanî di serdana xwe de bo Urdinê û hevdîtinên wî de ligel berpirs û siyasetmedarên Erebî de, behsa pirsa referandum û serxwebûna Kurdistanê dikir û ev yek jî destpêkeke girîng e. Dibe ku behskirina wê pirsê ji hinek welatan re cihê dilgiranê ye, lê hevdem hinek welat jî piştevaniyê lê dikin yan jî ne li dijî wê ne.”

Hebîb wiha got: “Derbarê Misrê, hikûmeta wê ligel yekîtiya axa Iraqê ye lê rêzê li biryara Kurdan digrin. Divê Kurd û Herêma Kurdistanê zêdetir vê pirsê bi Ereban re behs bikin û ji wan re zelal bikin ku dewleta Kurdistanê dê bibe amrazek ji bo piştevaniya Ereban.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.