1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Nûnerê Iraqê di NATOyê de: Tirkiye li herêma ewle nayê qebûlkirin
Nûnerê Iraqê di NATOyê de: Tirkiye li herêma ewle nayê qebûlkirin

Nûnerê Iraqê di NATOyê de: Tirkiye li herêma ewle nayê qebûlkirin

A+A-

 

Nûnerê Serbazî yê Iraqê di NATO û Hevpeymaniya Navdewletî de Lîwa Sebah Doskî beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser rola Tirkiyê derbarê avakirina herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de ragihand, metrisiya endamên NATOyê heye, Tirkiye ezmûna Qibrisê li Rojavayê Kurdistanê dubare bike.

Li ser endametiya Tirkiyê di NATOyê de Doskî got: Tirkiye di NATOyê de li gor bendên (4 û 5) tenê xwedî du mafan e. Li gor benda (4) heger gefek li ser Tirkiyê hebe, Tirkiye xwedî wî mafî ye ku daxwaza kombûnekê li baregeha NATOyê bike. Li gor benda (5) jî heger destdirêjî li ser Tirkiyê bê kirin, divê welatên endamên NATOyê piştevaniya Tirkiyê bikin.

Li ser rola Tirkiyê bo avakirina herêma ewle Doskî got: Heger herêma ewle bê avakirin, divê xelkê li wê herêmê xwedî rol bin. Heger Tirkiye dixwaze tenê rol ya wê be û xelkê wê deverê bê dûrxistin, bi vê yekê ezmûna Qibrisê dubare dike, ku Tirkiye ji 20 ji Qibrisê girt û ta niha ti mikurhatin jê re nehatiye kirin, ji ber wê jî metirsiya welatên NATOyê heye ku Tirkiye bi tena xwe û bê rola Kurd û hikûmeta Şamê heman ezmûna Qibrisê li Rojavayê Kurdistanê dubare bike.

Herwiha got: Tirkiye wek endameke NATOyê xwe nêzîkî Rûsyayê dijminê NATOyê kiriye û hewl dide sîstema berevaniya mûşekî S 400 ji Rûsyayê bikire, Tirkiyê bi vê yekê pirsgirêkeke mezin ji NATOyê re dirust kiriye.

Nûnerê Serbazî yê Iraqê di NATO û Hevpeymaniya Navdewletî de Lîwa Sebah Doskî li ser egera dirustkirina hêzeke herêmî ji welatên Erebî û bicihbûna wê li herêma ewle ya bakurê Sûriyê got: Niha behsa NATOyeke Erebî bi serperiştiya Siûdiye û hêzên çend welatên Erebî tê kirin, ew NATOya Erebî ji aliyê Amerîka û NATOyê ve tê piştevanîkirin û dikarin li herêma ewle bicih bibin, ji ber ku hebûna Tirkiyê li herêma ewle nayê qebûlkirin.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir: NATOyê navendeke stratejîk li Napolî ya Îtalyayê ji bo qonaxa piştî DAIŞê û peydakirina aramiyê li herêmê başûrê NATOyê dirust kiriye û egereke mezin heye ew navenda istixbaratî ya li Napolî bi hevrêziya ligel NATOya Erebî herêma bakurê Sûriyê aram bikin.    

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.